Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Namzedên Amedê yên bo Hilbijartinên Şaredarîyan Eşkere Kirin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) navê 68 namzedên xwe yên bo şaredarîyên li Amedê eşkere kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen bûn namzedên Bajarvanîya Mezin ya Amedê.

Hulya Alokmen hemşîre bû û di dema Rewşa Awarte te bi Biryarnameya bi Desthilata Qanûnên (KHK) de ji kar hatibû derxistin.

Berbijarên li bajarokên Pîran (Dîcle), Erxenê (Erganî), Çinar û Hênê (Hanî) ji partîyên ku bi HDP’ê re tifaqe kiribûn, hatin nîşandan.

HDP di van hilbijartinan de jî sîstema hevseroktî bidomîne û li her postekê jinek û mêrek hebin.

Berbijarên HDP’ê yên bajarokên Amedê ev in:

Kayapinar: Kezban Yilmaz / Necatî Pîrîncîoglu

Hezro: Gulistan Ektî / Ahmet Çevîk

Pasûr (Kulp): Fatma Ay / Mehmet Emîn Ay

Karaz (Kocakoy) RojdaNazlier / Kasim Pervane

Çêrmûk: Makbule Çakin / Muharrem Şahin

Çinar: Necla Tamriş / Ozan Kardaş

Pîran (Dîcle): Yasemîn Uçer / Felat Aygoren

Erxenê: Meryem Yildiz / Ahmet Kaya

Hênê: Cemal Sati

HDP’ê di 9’ê mehê de 42 namzedan eşkere kiribûn û Ahmet Turk wek berbijarê Hevşaredarîya Mêrdînê, û Sirri Sakik jî yê Agirî û Sabrî Ozdemîr jî yê Batmanê jî hatibûn ragihandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ew her sê kes di sala 2016'an de ji kar hatibûn dûrxistin û kayum li cîyê wan hatibûn erkdar kirin.

Rojnamevan Maşallah Dekak dibêje ku her du namzedên Amedê ji beşa tendirustîyê ne: yek doktor, yek hemşîre ye.

“Mirov dikare vê yekê wek îronî jî binav bike. Gelek pirsgirêk, nexweşî û birînên ku li Amedê werin pêçan hene. Vê yekê jî herî baş doktor û hemşîre dikarin bikin. Selçuk Mizraklî li Amedê jiber xizmetên doktorîyê baş tê nasîn."

Dekak bi berdwamî dibêje ku li Mêrdînê yê ku dengê HDP’ê biparêze Ahmet Turk e.

“Tevî ku temenê Turk rê nede xizmetkarîyên baş jî, navê wî li herêmê bi bandor e."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_01_22_2019_HDP_Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00

XS
SM
MD
LG