Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP û Heft Partîyên Kurd Hevalbendîya Hilbijartinên Herêmî Ava Dikin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo hilbijartina heremî yên di 31'ê Adarê, bi heft partî û pêkhatîyên Kurd re hevalbendî ava dike.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi serok û nûnerên partî û pêkhatîyan re li Amedê tifaq ji bîragiştî re ragihand.

Partîyên ku bi HDP’ê re giheştin tifaqê ev in: Tevgera Azadî, PDK, DDKD, PDK-Tirkîyê, Partîya Azadî û Mirovahî, Partîya Komunist û Partîya Heremên Demokratîk (BDP).

Serokê Platforma Kurdistanê Sertaç Bucak, daxuyanîya bi Kurdî, hevseroka HDP’ê Buldan jî ya bi Tirkî xwend.

Bucak û Buldan dan zanîn hilbijartinên heremî, bona desthilatdarîya heremî û bicîhbûna demokrasîyê giring e. Wan bi berdewamî got ku piştî sîstema seroktî li Tirkîyê eşkere dibe ku hêza parlamento kêm bûye, lê giringîya rêvebirîyên heremî zêdetir bûye.

Bucak û Buldan bal kişand ku partîya desthilatê, muxalefet û partîyên din yên sîstema Tirkîyê, bi plan û programan berê xwe dane doza gelê Kurd û dixwazin ku di mêjîyê gel de hinek têgihiştinên çewt bicîh bikin ku hilbijartin bê wate ne:

“Emê herin ser sindoqan jî, neçin jî wê tu cudabûn çênabe. Çawa be jî ewê li şaredarîyan qayum werin tayin kirin,” dixwazin wê nêrînê li nav gel belav bikin.

“Bi vê têgihiştina çewt dixwazin gelê me ji sîyasetê sar bikin, bi van dîtinên çewt gelê me ji xwe re dikin armanc.”

Partîyên Kurd daxuyanîya Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya derbarê Kurdan û hilbijartinên heremî de bibîr xist ku gotibû bi serketina Kurdan, daxwazên wan hîn kûrtir bin.

“Bahçelî dibêje ku ger Kurd careke din desthilatdarîya heremî bi dest xin, wê hinek daxwazên wan hîn kûrtir bin. Ev jî wê Tirkîyê bibe devereke din. Jibo ku em wê yekî asteng bikin, divê em eşîran bi kar bînin. Mebesta Bahçelî ew we ku bila Kurd hilbijartinan hinda bikin, bila MHP jî hilbijartinê hinda bike, lê bila dewleta Tirk hinda neke.”

KHF_01_07_2018_Yekîtî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00

XS
SM
MD
LG