HDP'ê roja Pêncşemê xwestibû ku li ser êrîşên Tirkîyê yên ser Rojava û kuştina rêvebirên Kantona Qamişlo daxuyanî bide bîragiştî. Lê, polîsan vê carê jî dora çalakvanan girtin û nehîştin daxuyanî were dayîn. Heceta polîsan ya vê carê ew bû ku ew daxuyanî li dijî operasyonên artêşa Tirkîyê ye û xwepêşander dixwazin bi daxuyanîyên wiha çalakîyên artêşa Tirkîyê biçûk bixin.
Parlamenter Sînan Çîftyurek helwesta polîsan bi daxuyanîyeke kurt şermezar kir.