Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tayîp Temel: Pêwîstî Bi Sîyaseta Demokratîk Ya Kurdistanî Heye


Xwenîşandanek li Stenbolê
Xwenîşandanek li Stenbolê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştî hilbijartinan, li zêdetirî sed deveran di nav gel de civîn çêkirin û encamên derketî jî kirin raport.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Tayîp Temel encamên ku di nav van civînan de derketin ji Dengê Amerîkayê re nirxandin û ragihand ku pêwîstî bi enîyeke Kurdistanî heye:

“Di civînên me yên bi gel re encamên girîng derketin. Yek Ji wan, me dît ku di dema nû de pêwîstî bi xurtkirina enî û têkoşîneke demokratîk û bi sîyaseta demokratîk ya Kurdistanî heye.”

Di destpêka meha Tebaxê de Meclîsa Partîyê ya HDP’ê biryar da ku ewê li Enqerê li Navenda Bazirganîya Dinyayê di 27 Tebaxê de Kongreya Awarte çêkin, ji sîyaseta çalak vekişin û hemû berpirsiyariyên xwe jî bidin ser milê Partîya Çep ya Kesk.

Di civînên HDP’ê de hin encamên dîtbar jî xwe nîşan dan. Li gor wan jî tê ragihandin ku nêrîna HDP’ê têra xwe di nav gel de nehatîye vegotin û têgihiştin.

Piştgirîdayîna CHP’ê (Kemal Kiliçdaroglu) hatîye rexnekirin û ev yek wek HDP girêdayî CHP’ê bûye hatîye têgihîştin.

Parlementerên HDP’ê bi awayekî pêşwext nehatibûn dîyarkirin, di nav gel de ev yek jî hatîye rexnekirin û pêşniyarên pêşbijarîya parlemanteran hatîye kirin.

HDP, bi Hevpeymanîya Ked û Azadîyê re beşdarî hilbijartinan bûbû. Îtifqên ku bi çepa Tirk re hatin çêkirin jî di van civînan de hatine rexnekirin. Daxwaz hatîye kirin ku bila ev îtifaq li gor perlemanter û girtina kursîya neyê kirin.

Tayîp Temel Alîkarê Hevserokê HDPê
Tayîp Temel Alîkarê Hevserokê HDPê

Tayîp Temel gava encamên ku di vê civînê de derketin Alîkarê nirxandin, ragihand ku piştî nîqaşên bi gel re hatine kirin û encamên ku hatin derketin çi emir dike an ji çi ferz dike dê Kongreya Awarte û biryara delegasyonê wan cibicîbike.

“Di van civînan de encamên girîng derketin. Me dît ku siyasetên me yên hilbijartinê têra xwe ji hêla gel ve nehatine têgihiştin. HDP bi polîtîkayên xwe yê hevpeymanîya Tirkîyê û hestdariyên hilbijartinên xwe û bi taybet jî yê gelê Kurd û hestdariyên hêzên demokrasîya Tirkîyê di nav yek çarçovê de nebirîye serî. Tiştekî din jî, pêwîstî bi enî û têkoşîneke demokratîk û bi sîyaseta demokratîk ya Kurdistanî hatîye dîtin,” Temel got.

Di dema nû de dê HDP’ê li ser sê xalan raweste. Ewê siyasetên xwe yê îtifaqê ji nû ve bide ber çavan û rê û rêbazan dîyar bike. Êdî hilbijartinên ku werin çêkirin dê bi gel re werin gotûbêjkirin û dîyarkirin û dê sîyaseta Kurd, siyasetên Kurdistanî û yên Tirkîyê di nav yek çarçovê de bidomîne, li gor berpirsê HDP’ê .

Raporta Enqerê-ED_15_08_2023_Tayip_Temel_HDP.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00
XS
SM
MD
LG