Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji du salan zêdetir e ku di bin gefên girtinê de ye. Ji ber wê yekê Meclîsa Partîyê ya HDP’ê biryar da ku li Enqerê li Navenda Bazirganîya Cîhanî di 27'ê Tebaxê de Kongreya Awarte lidar bixîne.
Li gor biryara Meclîsa Partîya HDP'ê, di vê kognreyê de ji sîyaseta çalak wê vekişe û hemû xebat û çalakiyên xwe bixe jêr sîwana Partîya Çep ya Kesk.
Wateya wê jî ew e ku êdî HDP ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve were girtin an jî neyê girtin ferq nake. Rayedarên HDPê dibêjin ji niha û pê ve dê partî di nav polîtîkayeke çalak de nemîne.
Wek çarenivîssa HDP’ê heta niha HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP, BDP û hin partîyên din yên Kurdan jî li Tirkiyê hatine girtin.
Sîyaseta Kurdan ya legal li Tirkîyê cara yekem di 7 Hezîranê 1990’an da bi damezirandina Partîya Kedê ya Gel (HEP) ve destpêkiribû.
Ji ber bendava hilbijartinê ya wê demê, di sala 1991’an de HEP di bin sîwana CHP (ku wê demê navê partîyê SHP bû) kete hilbijartinê. Leyla Zana, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Sırrı Sakık û her wekî din, 22 sîyasetmedarên Kurd ketibûn parlementoyê.
Piştî ku HEP hate girtin li şûna wê Partîya Demokrasîyê (DEP) di 7’ê Gulanê 1993’an de hate damezirandin. Parlementerên HEP’ê wê demê derbasî vê partîyê bûn. Lê êrîşa dewletê li ser vê partîyê gelek dijwar pêk hat, navenda DEP’ê di serî de gelek şaxên wê hatin bombekirin, destûr nehat dayîn ku DEP têkeve hilbijartinên bajarvanîyê.
Parezbendîya pirranî ya parlementerên DEP’ê wî çaxî hatin rakirin û parlementer jî hatin zîndankirin. DEP jî wek HEP’ê hate girtin.
Piştî DEP’ê HADEP di 11’ê Gulanê 1994’an de hate damezirandin. Ev partî jî rastî êrîşên giran hat. Gelek endam û karbidestên wê partîyê hatin kuştin. Serokê Giştî yê HADEPê Murat Bozlak di mala xwe de rastî êrîşa çekdarî hat. Êrîşkarên wê bûyerê 9 gule berdan û ji wan 5 gule bi bedena Bozlak ketin û bi birîndar rizgar bû.
Jiyana HADEP’ê ya sîyasî 9 sal berdewam kir. Ev partî du car beşdarî hilbijartinên parlementoyê bû, lê ji ber rêjeya bendavê ku (%10) bû serneket. Lê HADEP’ê cara yekem di sala 1999’an de li herêmên Kurdan şaredarî bidestxist û di sala 2003’an de jî HADEP hate girtin.
Dema ku Serokê PKK Abdullah Ocalan di sala 1999’an ji alîyê Tirkîyê ve hate girtin, di sîyaseta Kurd de jî guhertin destpê kir. Ev guhertin herî zêde piştî girtina HADEP’ê di nav sîyaseta legal de wek DEHAP, DTP, BDP, DBP û HDP’ê xwe dîyar kir.
Partîya Civaka Demokratîk (DTP) yekser li ser daxwaza Ocalan di sala 2005’an de hate damezirandin. Ocalan di Girtîgeha Îmralîyê de parêzvanên xwe Dogan
Erbaş û Aysel Tugluk ji bo vê partîyê erkdar kiribûn. Ev partî gava di sala 2009’an de hate girtin, Partîya Demokrasî û Aşitîyê (BDP) sîyaseta DTP’ê berdewam kir.
Piştî ku Partîya Pêşketin û Dadê (AKP) li Tirkîyê hate ser desthilatê, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2005’an de di sîyaseta li hemberî Kurdan de sistbûnek pêkanî. Wê demê Erdogan cara yekem li Amedê di axaftineke xwe de got, “Pirsgirêka Kurd heye, ev pirsgirêk pirsgirê mine jî, dewletê xeletî kirîye.”
Di dawîya sala 2011’an de jî li Tirkîyê ev sîyaset bêtir derket pêş û ev yek wek “Pêvajoya Çareserîyê” hat binav kirin.
Wê demê Serokê PKK Abdûllah Ocalan û rayedarên dewletê li Grava Îmraliyê hevdîtin çêdikirin. Ocalan êdî behsa “Modernîteya Demokratîk” dikir û çareserî jî di demokratîkbûna Tirkîyê de didît û wiha digot ku “Modernîteya demokratîk li hemberî sîstemê lêgerîna rasteqîn e. Rawestîna me ya îdeolojîk bi vekirî sîstemeke alternatîfe. Parsatinên min jî bi tevahî bingeha van yekan çêdike.”
Li ser nêrînên Ocalan, Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) hate sazkirin û du re jî di 15’ê Cotmehê 2012’an de li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hate damezirandin. Di vê çarçoveyê de jî HDP’ê di rêziknameyê de xwe wiha da naskirin:
“Ev partî ya hemû kesên ku tên çewsandin an jî di bin dagirkerîyê de ne, disa yên ku tên jibîrkirin û ji holê rakirin partîya wan e. Ev partî ya hemû gelan û grûpên bawerîyan e, ya jinan, karkeran, kedkaran, gundiyan, cîwanan, bêkaran, LGBT’îyan e. Em jibo parastina jiyana mirov ya binîrxdar hatin bahev.”
Di bingeha HEP, DEP, HADEP û partîyên din de pirsgirêka Kurd rola sereke digirt. Lê HDP’ê xwe wek partîyeke Kurdan na wek partîyeke Tirkîyê pênase kir û stratejîya xwe jî li ser “Tirkîyebûyînê” danî.
Ev yek di nav hin Kurdan de bû sedema nerihetiyê. ji ber vê jî li ser HDP’ê her ku diçûn rexne zêdebûn.
Li pêşî girtina van rexneyan di bin sîwana HDP’ê de di 11’ê Tîrmehê 2014’an de Partîya Heremên Demokratîk (DBP) hate damezirandin. Armanca vê partîyê jî ew bû ku li bajarên Kurdan sîyasetê bimeşîne û bi motîveke Kurdî derkeve pêş.
Populerîteya HDP bi tevahî DBP xist bin sîya xwe. Di hilbijartinên 7 Hezîranê 2015’an de cara yekem HDP’ê ji sedî 13,1% deng girt û derket ser bendava hilbijartinê ya ji sedî 10 bû û 81 parlementer gihandin meclîsê.
Ev serkeftina HDP’ê di hilbijartinê pêşwext yê Mijdara 2015’an de daket ji sedî 10,76% û ev car jî 59 parlementeran şandin meclîsê.
HDP, her çiqas di hilbijartinan de serkeftîbe jî lê li ser stratejîya HDP’ê rexnên Kurdan hebûn. Endamê HDP’ê yê Mêrdînê Mîr Sadrettîn Karahan dema di sala 2015’an de ji HDP’ê îstifa kiribû behaneya xwe ya îstîfa kirinê wiha anî bû ziman.
“HDP bi saya Kurdan hate vê astê, lê îro Kurd berdane bi çepên Tirkan re birêva diçin. Ez vê yekê ji bo Kurdan baş nabînim.”
HDP di hilbijartinên 24’ê Hezîranê 2018’an de jî ji sedî 11,7% deng girt û 67 parlementer bir meclîsê. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê 2023’yan de ji ber egerên girtina HDP’ê bi navê Partîya Çep ya Kesk beşdar bû û ji sedî 8,8% deng girtin û 62 parlementer derxistin.
Li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) doza girtina HDP’ê di 7’ê Hezîranê 2021’an de hatibû vekirin û bi yekdengî hatibû pejirandin. Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn çalakîyên HDP’ê bi rengekî alîkarîkirina rêxistina terorîst nîşan dabû.
Egerê girtina HDP ya bingehîn Doza Kobanê ye. Ev doz gava 26'ê Nîsanê 2021’an de hate destpêkirin, piştî vî jî li ser HDP’ê doza girtinê hate vekirin. Heta niha 53 car rûniştina Doza Kobanê hatîye kirin.
HDP’ê di hilbijartinên 31'ê Adarê 2019’an de sê bajarên mezin bi tevahî 65 şaredarî qezenç kiribûn. Lê di 19’ê Gelawêjê 2019’an de li ser sê bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdînê qayûm hatin tayînkirin. Ji wê demê heta niha jî bi tevahî li ser 48 şaredarîyên HDP qayûm hatîne danîn.
Li gor daneyên HDP’ê, Hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag jî tê de, zêdetirî 10 hezar endam û rêveberên HDP’ê niha di gitîgehên Tirkîyê de ne û li ser HDP’ê jî gefa girtinê disekine.