Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind Cezayê 3 Parlamenterên HDP Erê Dike


Hejmarek berpirs û endamên HDPê li hember avahiyê dadgeha temîzê li Amedê
Hejmarek berpirs û endamên HDPê li hember avahiyê dadgeha temîzê li Amedê

Dadgeha Bilind ya Temyîzê (Yargitay) biryara li ser gilînameyên ji Doza KCK da û sizayê 118 kesan erê kir. Di nav wan de sê parlamenterên HDPê jî hene.

Ji Doza KCK Li Musa Farisolgu û Pero Dundar 9 sal, li Leyla Guven 6 sal û 3 meh, li Ahmet Turk jî sal û 3 meh cezayê hepsê hatibû dayîn.

Evûqatên doza KCKê li dijî biryarê derketin û doz birin Dadgeha Bilind. Lê Dadgehê cezayê 118 kesan erêkir.

Biryara dadgehê ku di Lijneya Giştî ya parlamenê bê xwendin, parlamenteriya Leyla Guven, Musa Farîsoglu, Pero Dundar jî tê xistin.

Mûsa Farîsoglu ji doza KCK nêzî şeş salan di zindanê de ma. Di hilbijartina giştî ya dawî de ji HDP bû parlamenterê Amedê.

Farisoglu dibêje "Doza KCK jibo tasfîyekirina siyaseta Kurd bû. Biryara dadgehê jî ne hiqûqî ye û armanca ku dixwazin siyaseta Kurd tasfîye bikin didome."

Hêjayî bîrxistinêye ku di sala 2009'an de li ser partiyên sîyasî yên Kurd operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin bi navê operasyonên KCK. Li gorî îdiayê kesên ku hatin girtin endamên Komelên Civaka Kurdîstanê bûn. Dozgeriya Amedê 7 hezar û 578 rûpel îdianame amade kirin. Doza mezin ya KCK li Amedê heşt salan dewam kir. Bi sedan kes ji dosyaya esasî hatin dadgeh kirin.

Di heqê 175 kesan de bi tawana ku, Yekitiya dewletê xeradikin Rêvebir û endmatiya rêxistna terorê û progandaya terorê ji 15 salan hetahetayê cezayê hepsê hatibû xwestin.

2'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê di 28ê Adara 2017an de biryara dawî da û jibo 16 bergûmanan 21 sal, û jibo 95 kesan jî, ji salekê heta 18 salan cezayê hepsê da. Dadgehê 43 kesên din jî bê tawan dîtin. Piştî ku Dadgeha îstînafê siza erêkirin, evûqatên dozê li dijî biryara sizadanê doz birin Dadgeha Bilind.

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed 24 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00


XS
SM
MD
LG