Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Komkujîya Şengalê li Amedê bi Bîr Anî


Di salvegera 8n ya Komkujîya Şengalê de HDPê ya Amedê bi daxuyanîyekê Roja Reş ya Kurdên Êzîdî şermezar kir.

Di bîranînê de çalakvanên Tevgera Jina Azad, rêvebir û endamên HDP û DBPê û hemwelatî amade bûn û parlamentera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca axifî.

Uca got ku li ti deverê dinê qetlîamek wiha ku hatiye li ser civata Êzîdî nehatiye dîtin.

Li Amedê Bîranîna Qirkirina Şengalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:28 0:00

'Ev qetlîam di 3’ê Tebaxê de bi serê Êzîdîyan ve qewimî. Jin hatin zincîr kirin û li bazarên koletîyê yên Mûsilê hatin firotin û li gelek deverên Rojhilata Navîn ev rewş qewimî. Jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn digot ku ew rojê çend caran dihatin firotin. Di şexsê jinên Êzîdî de jinên Kurd bi qirkirinê re rûbirû man.”

Uca dîyar kir ku heşt sal derbaz bû, lê hê jî 2 hezar û 700 jinên Êzîdî hinda ne.

''Ev qirkirin li ber çavê hemû dinê qewimî. Lê mixabin Şengal bi birînê xwe re bi tena serê xwe ma. 12 siwarên azadîyê li Şengalê korîdor vekirin û pêşî li fermanek mezinti girtin. Yên ku birîna Şengalê wek birîna xwe dibînin, dibêjin ‘Şengal namûsa Kurdistanê ye’, ‘jinên Êzîdî namûsa Kurdan e’, 8 sal derbaz bûn lê çiqas xwedî li namûsa Şengalê derketin? Yên ku pişta xwe dan Şengalê, dilopek av nedan dayik û zarokên Êzîdî. Dîrok wê kesên ku do Şengalê bi tenê hiştin efû neke. Bi sedan jin jibo ku nekevin destê DAIŞ’ê xwe di zinaran de avêtin.”

Uca di dawîya axaftinê de got ku niha li Şengalê jîyaneke nû hat ava kirin.

''Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve. Wê ti êrîş û planên li ser Şengalê bi ser nekevin. Wê kes nikaribe li ser Şengalê biryaran bide.'

XS
SM
MD
LG