Kurê Helima Encu, Serhat (17) digel 33 qaçaxçiyên xizmê xwe di şeva 27ê Kanuna 2011'an, bi bombeyên firokên şer li ser sinorê Herêma Kurdistanê hat kuştin.
Helima ku dayika parlamenterê berê yê HDP'ê ferhat Encu ye, dibêje gigel kurê wê 11 xizmên ji xwîna wan, hatin kuştin. Lê heft salên derbas bûyî ji êşa dilê wan tiştek kêm nekiriye.
Wek ku tê zanîn Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê doza malbatên Roboskê red kir.
Malbat dibêjin roja ku dadgehê doza wan red kir êşa wan ya roja yekê xwe nûkir.
Helima Encu dibêje kurê wê Ferhad jî bê sûc û guneh hat girtin. Ew dibêje Ferhad nûnerê 34 xortan û malbatên Roboskê bû.
Hun dikarin hizrên Helîma Encu û agahiyên zêdetir ji ser fayla deng gohdar bikin.