Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rastîya Kuştina Kurdê Amedî Hakîm Dal ya li Tirkîyê Çi Ye?


Kurdekî bi navê Hakîm Dal Çarşema borî, di 21’ê vê mehê de di êrîşekê tund de li gundekî bajarokê Meram ya Konyayê hate kuştin.

Malbata Dal îdia dike ku Hakîm jiber Kurdbûna xwe, bi deste nîjadperestên Tirk hate kuştin û di dema êrîşê de gelek sixêf û heqaretan li ser Kurdbûnê li wan kirine.

HDP'ê kuştina Dal şermezar kir û êrîş wek kiryareke nîjadperestî bi nav kir.

Lê, Walîtîya Konyayê di daxuyanîyekê de got ku kuştin di encama pevçûna girêdayî pirsgirêka mêrg û çayiran de çêbûye.

''Hin alî dixwazin propaganda bikin û bêjin ku ev êrîşeke nîjadperestî ye, lê ne rast e. Ew bûyer jiber pirsgirêka merayê qewimîye'' walîtîya Konyayê got.

Malbata Dal ya Amedî, 28 sal bere jiber rewşa sîyasî koçî Konyayê kiriye û bi salan e li wir ajalkarîyê dike.

Birayê Hakîm, Hamdî Dal dibêje ku jiber ku ew Kurd in ji mêjve rastî zordarîyên gundîyên derdorê dihatin û birayê wî jî encama nefrete ji Kurdan bi destê nîjadperestan hate kuştin.

''Em çar kes bûn. Mixtarê gund 50-60 kes li serê me kom kirin û bi dar û keviran êrîş kirin. Li ber çavê cendermeyan birayê min hate kuştin.''

Meytê Hakîm Dal roja Pêncşemê hat binax kirin û parlamenterê HDP'ê Murat Çepnî jî beşdarî mersaxîma oxkirkirinê bû.

''Walîtî bi daxuyanîya xwe êrîşkaran diparêze. Gundî mêrg ji xwe re kirine hicet. Di rastîyê de jiber ku ew Kurd in, bûne armanca êrîşê'' Çepnî got.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî da zanîn ku di îfadeyên birayê Hakîm Dal de jî eşkere dibe ku êrîşkar sixêfan kirine û gotine ''ew Kurdan, terorîstan di nav xwe de naxwazin.''

“Berî ku Hakîm were kuştin ew bi dar û keviran ji alîyê 50 kesan ve hatiye lînç kirin. Xencî mixtar, 40 kes hatine desteser kirin. Di kuştina Hakîm de rola hemîyan heye ew hemî kûjer in'' Karabulut got.

Bi alîyê din ve, 14 Baroyên bajarên Kurdan bi daxuyanîyeke hevbeş kuştina Hakîm Dal wek êrîşeke nîjadperestî bi nav kir û êrîş şermezar kir.

''Erka sîyasî ku ferq û cûdahî dixe nav civakê, dibe egera êrîşên nîjadperestî. Divê ew dev ji zimanê ku nijadperestîyê geş dike, berde,''daxuyanîyê got.

Li gor pêzanînên Komela Mafê Mirovan (IHD) di nav deh salan de li Tirkîyê 280 êrîşên nîjadperetî qewimîne û 15 kes hatine kuştin, 1090 kesên din jî birîndar bûne.

KHF_07_23_2021_Hakîm_Dal
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00

XS
SM
MD
LG