Televîzyona El-Meyadîn a nêzîkî rêjîma Sûriyê ku bingeh li Lubnanê ye, got artêşa Sûriyê hêzên xwe dişîne başûrê welêt wek amadekarî ji bo êrîşekê dijî serhildêran li wir.
Ev nûçe tê di demekê de ku Amerîka huşdarî dabû hikûmeta Sûriyê li dijî her çalakiyeka leşkerî li wê herêmê.
Rojnameya El-Baas a Sûrî doh Duşemê di gotara xwe ya sernivîserîyê de got gefên Amerîka rola Amerîka ya gemarî di şerê terorîsan ê dijî Sûriyê de nîşan didin û artêşa Sûriyê rijd e ku tevaya welêt vegerîne bin desthilata xwe.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov got pêwîst e hêzên Sûrî cihê xwe li ser sînorê Îsraîlê nêzîkî girên Colanê bigirin.
Sala borî Amerîka, Rûsya û Urdunê erê kiribû li dor rawestana hemî çalakiyên şer li başûrê Sûriyê û ragihandina parêzgeha Deraa wek navçeyeka aram.
Îsraîl, ku dibêje ew rê nade hebûneka leşkerî ya berdewam a Îranê li Sûriyê, di van demên dawî de êrîşên esmanî birin ser hin bigehên Îran û Sûriyê li wir.
Bernameya Hest û Hewest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser pêvajoyên dawî li başûrê Sûriyê:
Nivîskar Ehmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne û şîrovekarê siyasî Fewaz Mehmûd ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla denge veke