Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dest Bi Derxistina Welatiyên Xwe Ji Gazayê Dike


Xelk di 12ê Mijdara 2023an de belgeyên xwe yên rêwîtiyê pêşkêş dikin da ku werin kontrolkirin li aliyê Filistînî yê deriyê sînorî yê Refehê bi Misrê re li başûrê Kerta Gazayê.
Xelk di 12ê Mijdara 2023an de belgeyên xwe yên rêwîtiyê pêşkêş dikin da ku werin kontrolkirin li aliyê Filistînî yê deriyê sînorî yê Refehê bi Misrê re li başûrê Kerta Gazayê.

Wezareta Tengaviyan ya Rûsyayê roja Yekşemê ragihand ku derxistina welatiyên Rûsî ji Kerta Gazayê dest pê kiriye û zêdetirî 60 xwediyên pasaportên Rûsî derbasî Misrê bûne.

Derxistina sînordar ya ber bi Misrê ve, ku di 1ê Mijdarê de dest pê kir, ji bo xwediyên pasaportên biyanî û Filistîniyên ku pêwîstiya wan bi dermankirina bilez heye, rastî zehmetiyan hat. Di hefteya borî de ew çend caran hate rawestandin ji ber bombebaranên ku karmendên alîkariyê digot karwanên pizîşkî kirin armanc.

Wezareta Rûsyayê got, "Niha welatiyên Federasyona Rûsyayê yên ku dixwazin ji herêma pevçûnê derkevin, di xala kontrolê re derbas dibin."

"Pisporên Wezareta Tengaviyan a Rûsyayê alîkariyên pizîşkî û derûnî pêşkêşî xelkê dikin, û xwarin û avê didin wan," wê got.

Hat gotin ku welatiyên Rûsyayê dê bo Qahîreyê bên veguhestin û dê alîkariya wan bi belgenameyên pêwîst bê kirin.

Wezaretê negot ka tê çaverêkirin çend welatiyên Rûs ji Gazayê derkevin. Li gorî medyaya Rûsî, nêzîkî 1000 Rûs û welatiyên komarên Yekîtiya Sovyeta berê daxwaza derketina ji Gazayê kirine.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG