Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê got ew amade ye ku zarokan ji nexweşxaneya herî mezin a Gazayê derîne, cihê ku karbidestên Filistînî got du zarokên nû jidayikbûyî mirine û bi dehan kesên din jî di metirsiyê de ne, piştî ku sotemenî di nav şerên dijwar de li herêmê qediya.
Ji ber ku rewşa mirovahî xirabtir bû, desthilata sînorî ya Gazayê got ku dergehê Refeh bo Misirê dê roja Yekşemê ji bo xwediyên pasaportên biyanî vebe.
Urdun her weha ji esmên bêtir alîkarî avêtin nexweşxaneyeke meydanî ya Gazayê.
Hamasê ragihand ku di 48 demjimêrên borî de zêdetirî 160 armancên leşkerî yên Îsraîlê li Gazayê ji nav wan zêdetirî 27 tank û wesayitên bi temamî an jî beşkî wêran kirine.
Berdevkekî leşkerî yê Îsraîlê ragihand ku Hamasê kontrola bakurê Gazayê ji dest daye.
Di konferanseke rojnamevanî de derengî roja Şemiyê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kuştina 5 leşkerên din ên Îsraîlê li Gazayê ragihand.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka operasyonên bejayî ve heta niha 46 kes hatine kuştin.
Îsraîl got ku hê jî roket ji Gazayê ber bi başûrê Îsraîlê ve tên avêtin, ku meha borî ji aliyê Hamasê ve nêzî 1200 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî dîl û rehîne hatin girtin.
Karbidestên Filistînî roja Înê got ku 11,078 niştecihên Gazayê di êrîşên asmanî û topan de ji 7ê Cotmehê ve hatine kuştin, ku dora 40% ji wan zarok in.
Çavkanî: Reuters