Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fistivala Xidir Feqîr li Şingalê


Fistivala Xidir Feqîr li Şingalê
Fistivala Xidir Feqîr li Şingalê

Li roja heynî 22 meha 7 Tîrmehê yekem Fistivala Şingal ya Rewşenbîrî li jêr navê ‘Fistivala Xidir Feqîr ’ li devera Şingal hat bi rêvebirin. Rêkxer dibêjin Fistivala evsal bo rêzgirtinê bû li hunermend û stranbêjê navdarê Kurd Xidir Feqîr û nasndina keltûr, huner û ferhenga deverê bû.

Ji zarokanîya xwe Xidir Feqîr dest bi gotina stranê kirîye û rolek dîyar hebû di vejandina dastan û efsanên Kurdî de li herêmê. Sebaret birêçona fistivalê û rolê stranbêjê navdar Xidir Feqîr, bernama Ferheng û Torê Kurdî mêvanîya hêjayan: rojnamevan Ahmed Şingalî, lêvekol Xeyrî Şingalî û profesorê dîrokê Seîd Xudêde kirîye.

Jibo guhdarî kirina bernama Ferheng û Torê Kurdî , lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG