Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Welatîyekî Amerîkî ku li Sûrîyê Miriye Dozekê dijî Rejîma Sûrî Vedike


Avahîya Dadgeheke Amerîkî li Washington (arşîv).
Avahîya Dadgeheke Amerîkî li Washington (arşîv).

Malbata pizîşkekî Amerîkî ku li Sûrîyê miriye îro Duşemê li dadgeheke Washington dozek li djî hikûmeta Sûrîyê vekir.

Majd Kemalmaz, doktorê derûnî ku bi esil Sûrî bû, li herêmê alîkarîya penaberên Sûrî dikir dema ku hate revandin. Karbidestên Amerîkî dibêjin ew cara dawî sala 2017’an ser xaleke kontrolê ya rejîma Sûrî li Şamê hate dîtin. Kemalmaz wê çaxê çûbû Sûrîyê da ku serdana mirovên xwe bike.

Hikûmeta Amerîkî bi awayekî fermî meha Gulanê mirina Kemalmaz ji malbata wî re piştrast kir.

“Bi navê malbata Kemalmaz me îro gava yekê ber bi muhasebekirina rejîma Sûrî jibo tawanên dijî Majd Kemalmaz avêt,” Kirby Behre, parêzerê ku nûnertîya malbatê dike,” di daxuyanîyekê de got.

Doza malbatê dibêje Majd Kemalmaz bê sedem ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrîyê ve hatiye girtin, êşkencekirin û kuştin. Ew daxwaza 70 milyon dolar wekî tawîz û qerebûn dike, li gor gilînameya 19 rûpelî.

Meryem Kemalmaz, keça Majd Kemalmaz û yek ji kesên di dozê de gilî kirine, dibêje ew hêvî dike ev gava yasayî bibe ronîyê bide ser dozên din yên wekî ya bavê wê ne.

Meryem Kemalmaz, keça Majd Kemalmaz.
Meryem Kemalmaz, keça Majd Kemalmaz.

“Bi sed hezaran Sûrî hene ku heman tişt bi serê wan hatiye. Ez hêvîdar im ev doz haydarîyê derbarê wan kesan bike ewên ku ser destên hikûmeta Sûrî tên kuştin. Tawankarên wan kesên bêguneh qet nayên darizandin. Ew bê sedem tên êşkencekirin û kuştin,” Meryem Kemalmaz ji Dengê Amerîka re got.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011’an ve, bêtirî 350 hezar sivîl hatine kuştin û bêtirî 13.5 milyon kes li hundir û derveyî welêt derbider bûne.

Komisyona Navnetewî ya Serbixwe ya Lêpirsîna jibo Sûrîyê ku ser bi NY ve ye di raportekê de destpêka Tîrmehê got ji 20011’an ve ku 155 hezar Sûrî hatine girtin yan bi zorê hatine windakirin. Rêxistinên mafên mirov dibêjin piranîya wan dozan dixin stûyê rejîma Sûrî.

“Em piştgirîya malbata Majd û malbatên ewên din dikin ku li Sûrîyê windayî ne yan jî bê dadmendî girtî ne, di hewila wan de jibo berpirskirinê de,” Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken meha borî di daxuyanîyekê de got.

“Li vê dema em îro rêzê li Majd digirin, emê têkoşînê jibo hemû Amerîkîyên ku ji derve dîl in yan bi neheqî girtî ne bidomînin,” Blinken got.

Dê û bavê Austin Tice di konferanseke rojnamevanî de.
Dê û bavê Austin Tice di konferanseke rojnamevanî de.

Kemalmaz yek ji çend welatîyên Amerîkî ye ku li Sûrîyê winda bûne, di nav de jî rojnamevan Austin Tice, yê ku sala 2012’an li ser xaleke kontrolê nêzîk Şamê winda bû. Hikûmeta Sûrî red dike ku ti Amerîkî revandibe yan girtibe.

“Em li ber dozeke sivîl ranewestin,” Mouaz Mustefa, rêvebirê rêxistina Hêza Erka Awarte ya Sûrî (SETF). SETF rêxitineke Sûrî ye ku li Washington dixebite.

“Divê vekolîneke tawankar û dozeke tawankarî li dijî rejîma Esed jibo êşkencekirin û kuştina Majd Kemalmaz were destpêkirin.”

Mustefa got ku rêxistina wî amade ye ligel ajansên hikûmeta Amerîkî hevkarîyê bike jibo pêşkêşkirina belge û delîlan di piştgirîya dozeke tawankarî de li dijî karbidestên rejîma Sûrî.

Parêzer Behre got ku malbata Kemalmaz jî “xwe dispêre hikûmeta Amerîkî ku sûcên tawankarî dijî Sûrîyê destpê bike.”

Hefteya borî, desthilatdarên Amerîkî girtina karbidestekî leşkerî yê berê yê Sûrî ragihand. Semîr Osman el Şêx demekê li Sûrîyê berpirsê zindanekê bû ku êşkence û binpêkirin lê hatine kirin. Karbidestên Wezareta Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkî ragihand ku el Şêx li firokxaneya Los Angeles hate girtin.

Mustefa got ku rêxistina wî hişyarî derbarê el Şêx dabû çend ajansên federal û ligel wan kar kiribû jibo avakirina dozekê dijî wî.

Meryem Kemalmaz got ku bavê wekî wekî karkarekî mirovahî jiyana xwe jibo alîkarîya kesên din terxan kiribû. Majd ligel rizgarbûyên Bahoza Katrina sala 2005’an kar kiribû, herwiha ligel qurbanîyên Tsumani ya 2004’an li Îndonesyayê û jenodîsa Bosnyayê ya salên 1990’î.

“Bavê min xwedî dilekî mezin bû ku li her kesî miqate bû û xweşî ji her kesî re dixwest. (Jiyan) bêyî wî gelek dijwar bûye û windakirineke mezin e ku ew bi wî şêweyî çû.”

XS
SM
MD
LG