Serikrdeyên Frensa, Almanya, Îtalya, û Îspanya îro Duşemê li Fransa kombûnekê li gel hevtayên xwe yên Afrîqî li dar dixin ji bo guftûgokirina rewşa penaberan û dîtina hin riyan ji bo rawestana derbasbûna koçberên ne rewa bo Ewrupa.
Parêzer Imran Mensûr di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê mijarê û got:
“Ev pirsgirêk gelekî girîng e ji Îtalya û Îspanya re, ku ew li ser Derya Sipî ne û bi awakî rojane qeyikên koçberan digihin wan û berê bêkarî li wir heye. “
Mensûr ku li Fransa dimîne, bal kişand ser rewşa penaberên Sûrî û yên Kurdên Sûriyê li Mexrib û ew wek rewşeke metirîdar anî ziman.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke