Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan careke din soz da ku hin çaksazîyên bingehîn bike ji bo rûbirûbûna kirîza abûrî ya welêt ku di van demên dawî de berferehtir bûye.
Bi nêzîkbûna dawîya sala 2020an re, Erdogan got ku sala 2021 dê bibe ”sala çaksazîyên abûrî û demokratîk” û hewlên pêşkêşkirina çaksazîyan bo parlemanê dê “ di zûtirîn dema pêkane de” bibin.
Wî got Enqerê rijd e ku sîstemekê li ser bingeha berhemhênan û vekirina karan ava bike.
Erdogan meha borî soza hin çaksazîyên dadwerî jî dabû, ku hêvîyên azadkirina siyasetmedaran, di nav de jî siyasetmedarên Kurd û çalakvanên Mafên Mirovan bilind kirin, lê axaftinên wî yên vê dawîyê li dor hukumranîya dadgehê û rexnekirina wî ya hikûmetê guman careke din li dor sozên wî derxistin pêş.
Berî Çend rojan jî dadgeha Ewrupî ya Mafê Mirovan dîsa mijara girtina hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş derxist holê û doza azadkirina wî kir.
Grûpên Mafên Mirovan û hevalbendên Tirkîyê yên Rojava, rexeneyên tund arestey Tirkîyê kirin, li dor girtina bi hezaran kesayetîyên leşkerî karmendên kerta giştî û taybet, piştî kudetaya beravêtî ya sala 2016an.
Tirkîyê dikare çaksazîyên çawa bike û Erdogan çiqas rijd e di pêkanînan wan de?
Gelo armanca Erdogan ji van çaksazîyan tenê çareserkirina kirîza abûrî ye an destpêkirina qonaxeke nû ye?
Ta çi astê Tirkîyê amade ye ku şêwazê serederîya bi gelek mijarên navxwyî û derve re biguhere û hevalbendên xwe yên Rojava razî bike?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna nivîskar Hoşeng Osê ku li Belçîka dimîne vê mijarê şîrove dike.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke