Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Gotûbêja Ser Pêvajoyeke Nû a Sîyasî Didome


Kuird di Mîtîngeke Kernevala Biharê de li Stenbol
Kuird di Mîtîngeke Kernevala Biharê de li Stenbol

Piştî ku Serokê Partîya Tevgera Netewparêz (MHP) Devlet Bahçeli li parlamena Tirkîye silav da parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), derbarê çareserîya pirsa Kurd de nîqaşên nû hatin destpêkirin.

Îdia hene ku di navbera hikûmet, Ocalan û PKK’ê de pêşdanûstandin destpê kirine. Lê evûqatê Abdullah Ocalan ji Dengê Amerika re da zanîn 44 meh in ne ji Ocalan û ne jî ji sê zindaniyên ku li İmralîyê ne, agahî negirtine.

Evûqatê Ocalan 'Em nikarin van îdayan piştrast bikin''

Evûqat îbrahîm Bîlmez weha axivî:

''Ger dewletek normal a hiqûqî be, her hefte evûqat dikare serdana muwekilên xwe bike. Lê jiber ku nîne, derfeta me ya çûna Girava Îmralîyê nîne, jibo wê jî em nikarin van îdiayan ji birêz Ocalan bipirsin û piştrast bikin.’’

Hêjayî gotinê ye, li Girava İmralîyê digel Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş jî zindanî ne. Lê ji wan jî 44 çar meh in tu agahîyek nayê girtin.

Ji alîyê dinê ve, Hevserokên DEM Partîyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogulları Roja pêşemê çûn Edîrneyê, serdana Selahattîn Demirtaş kirin.

Bakirhan da zanîn ku Demirtaş destnîşan kirîye ew jî weke hemî girtîyên sîyasî jibo aşitîyek bi rûmet çi ji destê wan were amade ne ku bikin: ''Lê pêdivî bi gavên şênber hene'' Demirtaş got.

Cuma Çîçek ''Ev hewildan jiber bandora îhtimala Şerê îran û îsraîlê ye''

Lêkolerê sîyasî Cuma Çîçek jibo Dengê Amerîka ev pêşketin nîrxand.

Wî daxuyakirin ku di hilbijartina herêmî de dengên AKP kêm bûn, him krîzek sîyasî him jî krîzeke giranîya ekonomîk heye. Sê sal şûnda li Tirkîye hilbjartin hene û ger destûra bingehîn neyê guhertin, Erdogan nikare carek din bibe serok.

Wî balê da ser rola Bahçelî di nava dewletê û hikumetê de.

Lê bi bawerîya wî, bandora esasî, îhtimala şerê İsraîl û îranê ye.

''Şerê Gaza û îsraîlê, dikare bigîje Îranê, Di herêmê de bê îstîkrarî, û çarenivîsek nediyar mezin dibe, ku ev dikare bibe barek giran li ser pişta Tirkîye. Di nav dewletê de aqilek dibêje 'pêşîya me tarî ye, dibe ku tarîtir bibe, di vê heyamê de em nikarin şerê bi Kurdan re bikevin nav vê tarîtîyê.' Hewil didin ku qet nebe PKK’ê qayîl bikin ku çek deynin. Ji AKP, MHP wirdatir, burokrasiya dewletê jî di nav da heye.’’

Aşitîya bi Kurdan re him jibo rêgirtina ji rîskan, him jibo karanîna fersendan weke bijardeke baştir xuya dike

Cuma Çîçek diyar kir ku Hamas û Hîzbullah weke şaxên Îranê ne û bi têkçûna wan Îran jî qels dibe. Lê destnîşan kir ku Tirkîye naxwaze Îran bikeve nav şer, lê qelsbûna Îranê ji alîyek de jî fersendek dide Tirkîye, ku li heremê valahîya ji Îranê Tirkîye dixwaze tije bike.

''Li vir jî sîyaseta Kurd hêzeke esasî ye, jiber ku Kurd li çar welatan jî hene. Li İraq û Sûrîye jî pêşbazîyek mezin din di nav İran û Tirkîyê de heye. Di rewşa heyî de Îran ji Tirkîye bi bandortir û xurtir e. Aşitîya bi Kurdan re him jibo rêgirtina ji rîskan, him jibo karanîna fersendan weke bijarda baştir xuya dike.’’

Nûçeyên Cîhanê 1
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG