Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

21:35 9.2.2023

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) berî demeke kin ragihand ku hejmara mirîyan bû 17,134.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî berî demeke kurt ragihandibû ku li Sûrîyê hejmara giştî ya kuştîyên di erheja de giheştiye 4 hezar kesan ku 1678 ji wan li herêmên bin kontrola hikûmetê ne.

Bi van hejmarên nû li Sûrîye û Tirkîyê hejmara giştî ku kesên mirî giheştiye 21,134 ku 4 hezar ji wan li Sûrîyê ne.

Li Entabê jimareke qurbanîyên erdhêjê li benda derxistina hezkirîyên xwe ne
Li Entabê jimareke qurbanîyên erdhêjê li benda derxistina hezkirîyên xwe ne

12:10 10.2.2023

Di Erdhejên li Tirkiyê Û Sûriyê Mirina Zêdetir ji 22300 Kesan Tê Tekez Kirin

Li Tirkiyeyê hejmara miriyan derket 18,3yan. Herwiha li Sûriyê jî hejmara miriyan zêdetir dibe.

Saziya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku di erdheja roja Duşemê de hejmara miriyan derket 18 hezar û 342an.

74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Ji erdheja bi hêzdar ya ku di pileya 7,7 da bû û vir ve 1.509 erdhejên din çêbûne.

Berî niha jî Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov, ragihandibû ku hejmara kuştiyan gihîştiye nêzîkî 4000 kesan.

Çavkaniyê got ku 1,678 kes li herêmên di bin kontrola rejîmê de hatin kuştin, piraniya wan li Heleb û Laziqiyê ne.

Di erdhejê de hem li Tirkiye hem jî li Sûriyê hejmara miriyan derket 22,300+ kesan.

Çavdêriya Sûrî dibêje, "Piştî derbazbûna zêdetirî 100 seatan û nemana ti hêviyekê ku kesên sax li jêr xirbeyan mabin... hejmara qurbaniyên karesata erdheja wêranker li Sûriyê digihêje 4037 kesan û tê pêşbînîkirin ku 6000 kes jî jiyana xwe ji dest bidin."

12:52 10.2.2023

HDP Dibêje Rêxisitnên Wan Alîkariyan bi Her Awayî li Ser Qurbaniyên Erdhejê Belav Dikin

Di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de HDPê twîtek bi zimanê kurî weşand û weha dibêje:

18:29 10.2.2023

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hejmara giştî ya miriyên erdhejê bûye 19,388 û heta niha 77, 718 jes jî birîndar bûne.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG