AFAD ragihand ku de hejmara kuştîyên erdhejan li Tirkîyê bû 20, 213 û hejmara birîndaran jî 80,052 ye.
Karbidestên Tirk û Sûrî radigihînin ku heta niha pirtir ji 23,000 kes di encamên erdhejan de jîyanên xwe ji dest dane.
Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) berî demeke kin ragihand ku hejmara kuştîyên erdhejan li Tirkîyê bû 20, 213 û hejmara birîndaran jî 80,052 ye.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) hişyarî dide ku rewşa mirovahî niha pir dijwar e û bi hatina sermayê dijwar û ketina berfê ew rizgarbû dikarin ribirûyê felaketeke nû bibin.
Hejmara Qubaniyên Erdheja Tirkiyê Bû 21,043 Kes
Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku ta demjimêr 07:30ê sibeha roja Şemiyê bi dema xwecihî, hejmara kuştiyên erdhejê gihîşt 21,043 kesan.
AFAD di daxuyaniyekê de got hejmara kesên rizgarbûyî 80,088 kes e.
Wê her wiha got ku 31,832 karmendên rizgarkirinê yên Tirkiyê û tîmên navnetewî bi berdewamî kar li navçeyên erdhejê dikin.
Wê azî ziman ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.
Neteweyên Yekgirtî Dibêje Erdheja Tirkiyê di 100 Salî de Xerabtirîn Rûdan e
Berpirsê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê erdheja wêranker ku li başûrê Tirkiyê û bakur-rojavayê Sûriyê qewimî, weke "bûyera herî xirab a 100 salên dawî li vê herêmê" bi nav kir.
Griffiths li parêzgeha Mereşê ya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de axivî û bersiva Tirkiyê ya ji bo karesatê weke "neasayî" nirxand.
Wî herwiha ji Reutersê re got ku ew hêvî dike ku alîkarîya Sûrîyê biçe herdu deverên di bin destê hikûmetê û opozîsyonê de, lê bal kişand ser wê yekê ku tiştên di vî warî de "hîn ne zelal in".