Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

17:11 9.2.2023

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hejmara kesên di erdhejan de mirine 16,170, ya birîndaran jî 64,194 e.

Erdogan da zanîn ku heta niha 6,444 avahî jî hilweşîne.

Jineke Mereşî bi çavên hêstirî hezkirîyên xwe binax dike
Jineke Mereşî bi çavên hêstirî hezkirîyên xwe binax dike

17:46 9.2.2023

Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkîyê Mahmut Ozer ragihand ku jiber erdhejên wêranker xwendin li seranser welêt heta 20ê Şubatê wê girtî bimîne.

Ozer, berê jî ragihandibû ku perwerdeya li seranser Tirkîyê heta 13ê mehê hatibû sekinandin.

18:15 9.2.2023

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hejmara giştî ya kuştîyên di erheja de giheştiye 3773 kesan.

Bi van hejmarên nû li Sûrîye û Tirkîyê hejmara giştî ku kesên mirî giheştiye 19, 432.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) berî demeke kin ragihandibû hejmara mirîyan bû 16,170 û ya birîndaran jî giheşt 64,194 e.

Rewşa nahîya Cîndirêsê ys Efrînê
Rewşa nahîya Cîndirêsê ys Efrînê

21:24 9.2.2023

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku li Sûrîyê hejmara giştî ya kuştîyên di erheja de giheştiye 4 hezar kesan ku 1678 ji wan li herêmên bin kontrola hikûmetê ne.

Hikûmeta Tirkîyê jî ragihandibû ku hejmara mirîyan bû 16,170 û ya birîndaran jî giheşt 64,194 e.

Bi van hejmarên nû li Sûrîye û Tirkîyê hejmara giştî ku kesên mirî giheştiye 20 hezarî.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG