Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

23:23 8.2.2023

Komisyona Ewrupî roja Çarşemê got ku Sûriyê bo cara yekem daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewrupî kir, du rojan piştî erdheja wêranker ku zêdetirî 11,000 kes li wir û li Tirkiya cîran kuştin.

YE got ku ew ê piştgirîya awarte ya lezgîn bide herdu welatan û alîkariya mirovahî bi nirxa 6.5 mîlyon Euro (7 mîlyon dolar) pêşkêş bike, di yek ji mezintirîn operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de bi rêya Mekanîzma Parastina Sivîl.

01:05 9.2.2023

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê li kêmasiyên bersiva hikûmeta xwe li hember erdhejê mukur hat, di demekê de ku erdheja mezin ta niha zêdetirî 12,000 kes li Tirkiye û Sûriyê kuştin.

Dema ku rexne li ser înternetê zêde bûn, Erdogan serdana yek ji cihên ku herî zêde ziyan dîtiye, navenda erdhejê li Mereşê kir, û got ku pirsgirêk di bersiva wan de hebû.

Wî got, "Helbet kêmasî hene. Şert û merc diyar in. Ji bo felaketeke bi vî rengî ne mumkin e ku em amade bin."

03:01 9.2.2023

Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê roja Çarşemê alîlariya xwe ji bo erdhejên Tirkiyê û Sûriyê diyar kir di demekê de ku tîmên rizgarkirinê di nav kavilan de li nîşanên jiyanê digerin.

Peyvdarê Pentagonê general Pat Ryder ji kesûnasên qurbaniyên Tirkiyê û Sûriyê re sersaxî xwest.

Wî got ji bilî veguhestina hêzên yekem ji bingeha esmanî ya Încîrlîkê li Tirkîyê, Amerîka tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên bajarokan ji Amerîka bo Tirkîyê veguhestine.

Wî got, "Ew tîm di 8ê Şibatê de gihîştin û dê di demek nêzîk de dest bi alîkarîya hewlên lêgerînê bikin."

03:16 9.2.2023

Xwediyê platforma Twitterê Elon Musk got ku hikûmeta Tirkiyê Twitter agahdar kiriye ku dê di demek nêzîk de gihandin wê dîsa were çalakirin.

Gihîştina Twitterê li Tirkiyê hatibû qedexekirin ku rê li rojnamevan û akademîsyenên ku bersiva welat li hember erdheja wêranker a vê hefteyê dişopînin girt.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG