Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku hejmara giştî ya kuştîyên erdhejê giheştiye 8 hezar û 574 kesan û hejara birîndaran jî 49 hezar û 133 ye.
Erdogan da zanîn ku heta 6 hezar û 744 avahî hilweşîne.
Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) jî di demijmêr 15:20 de ragihand ku heta niha 8 hezar û 574 kes mirine û 49 hezar û 910 kes jî birîndar in.
AFAD dîyar kir ku heta niha nêzî 8 hezar kes hatine rizgar kirin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku heta niha 3 hezar û 135 kes di erdheja hêzdar de li Sûrîyê jîyanên xwe hinda kirine.
Televîzyona CNN ji zarê karbidestan radigihîne ku hejmara kuştîyên erdhejên mezin yên li Sûrîye û Tirkîyê giheştîye, dora 12 hezar û 200 kesan.
Wezîrê Saxlemî yê Sûrîyê Dr. Hesen Ghobaş ji media dewleta Sûrî re got ku hejmara kuştîyan niha 2,802 ye ku 1,540 li herêmên bin kontrola serhildayan û 1,262 li herêmên bin kontrola wan e,
Ghobaş da zanîn ku hejmara giştî ya birîndarên li seranserî Sûrîyê jî 5,008 e ku 2,258 li herêmên bin kontrola hikûmetê û i 2,750 jî li cîhên di destê serhildayan de ne.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama erdheja dawî de heta niha 3480 kes li Sûrîyê mirine ku 1570 kesên ji wan li herêmên bin kontrola rejîma Sûrî ne.
Li Tirkîyê jî li gor pêzanînên dawî hejmara harî dawî ya kuştîyan giheştiye 9057 kesan.
Bi van amûrên dawî bi giştî 12 hezar 537 kes li Sûrîye û Tirkîyê jîyanên xwe ji dest dane.