Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkîyê Mahmut Ozer ragihand ku jiber erdhejên wêranker xwendin li seranser welêt heta 20ê Şubatê wê girtî bimîne.
Ozer, berê jî ragihandibû ku perwerdeya li seranser Tirkîyê heta 13ê mehê hatibû sekinandin.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hejmara kesên di erdhejan de mirine 16,170, ya birîndaran jî 64,194 e.
Erdogan da zanîn ku heta niha 6,444 avahî jî hilweşîne.
Parlamana Tirkîyê pêşnîyara ragihandina Rewşa Awarte ya li 10 bajarên bin bandora erdeja hêzdar pejirand.
Piştî dengdana îro ya di Civata Giştî ya parlamanê de, li bajarên Entab, Semsûr, Ruha, Amed, Mereş, Melêtî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatayê, jibo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin.
Di erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê de heta 17,500 kes canên xwe ji dest dane ku 14,351 ji wan ji Tirkîyê û herî hindik 3,162 jî ji Sûrîyê ne.
Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay ragihand ku li Tirkîyê hejmara qurbanîyan giheştiye 14,351’an û ya birîndaran jî 63,794 e.
Karbidestên Tirkîyê dibêjin ku piştî erdheja yekê bi giştî 1,117 lerizînên dûhatî çêbûne û 6,444 avahî hilweşîne.
Karbidestan herwiha ragihand ku li bajarê Ruha karên rizgarkirina kesên ji bin kavilan bi dawî hatiye.