Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

12:54 9.2.2023

Saziya Rêvebiriya Felaket û Hewarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku ji dema erdheja mezin ya di pileya 7,7 da, serê sibeya roja Duşemba borî 6ê Sibatê prûdayî heta îro Pêncşemê 1117 erdhejên din rû dane.

11:04 9.2.2023

Hejmara Miriyên Erdhejên Tirkiyê Û Sûriyê Gihişt Zêdetirî 16,380 Kesan

Karbidestên Tirkiyê dibêjin, hejmara kuştîyên erdheja Duşemba derbazbûyî 6ê Sibatê gihîştiye 12,873 û nêzîkî 63,000 birîndar bûne.
Bi vî awayî li Tirkiye û Sûriyê hejmara miriyan gihişte 16,381 kesan.

10:53 9.2.2023

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen û cîgirê wê William Lai dê muçeyên xwe yên vê mehê tevlî hewildanên alîkarîya mirovî bo qurbanîyên erdheja Tirkîyê bikin, ofîsa serokatîya Taywanê roja Pêncşemê ragihand.

Girava Taywanê hewlên xwe didomîne jibo şandina alîkariyê bo Tirkîyê.

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen peyama sersaxîyê li ofîsa nûnertîya Tirkîyê li taipei dinivîse.
Seroka Taywanê Tsai Ing-wen peyama sersaxîyê li ofîsa nûnertîya Tirkîyê li taipei dinivîse.

“Em hêvî dikin ku bi erkê xwe rabin jibo alîkarîya Tirkîyê ku welatê xwe di zûtirîn dem de jinûve ava bike,” ofîsa serokatîya Taywanê di daxuyanîyekê de got.

Tsai roja Pêncşemê serdana ofîsa nûnertîya Tirkîyê li Taipei, paytexta Taywanê, kir û sersaxî derbarê qurbanîyên erdhejê pêşkêşî Tirkîyê kir.

10:30 9.2.2023

Ajansa Reuters li ser zarê du jêderan dibêje ku karwanek ji şeş kamyonên alîkarîyê ji Tirkîyê ber bi Sûrîyê ve diçe, bi armanca ku îro derbazî alîyê din yê sînor bibe û alîkarîyê bigihîne wan kesên ku ziyan jiber erdhejê dîtine.

Dîmenek ji erdheja li devera Idlibê.
Dîmenek ji erdheja li devera Idlibê.

Erdheja Duşemê ku piranîya qurbanîyên wê li başûrê Tirkîyê ne, li bakur û rojavayê Sûrîyê jî zîyan peyda kiriye. Li gor agahîyên dawî yên Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, bêtirî 3,500 kes di encama erdhejê de mirine.

Di nav wan deverên ku zîyan dîtine herêma Efrînê ye, bi taybet jî devera Cindirêsê.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG