Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

05:05 9.2.2023

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) di 03:19'an de ragihand ku hejmara giştî ya kuştîyan 12 hezar 391.

AFAD da zanîn ku heta niha 62,914 birîndar hene û 6044 avahî jî hilweşîyane.

03:31 9.2.2023

Wezîra Derve ya Koreya Bakur Choe Son Hui ji ber erdheja wêranker ku li Tirkiyê û Sûriyê rû da û tê de zêdetirî 12 hezar kes mirin, peyameke sersaxiyê ji hevtayê xwe yê Tirk re şand.

03:16 9.2.2023

Xwediyê platforma Twitterê Elon Musk got ku hikûmeta Tirkiyê Twitter agahdar kiriye ku dê di demek nêzîk de gihandin wê dîsa were çalakirin.

Gihîştina Twitterê li Tirkiyê hatibû qedexekirin ku rê li rojnamevan û akademîsyenên ku bersiva welat li hember erdheja wêranker a vê hefteyê dişopînin girt.

03:01 9.2.2023

Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê roja Çarşemê alîlariya xwe ji bo erdhejên Tirkiyê û Sûriyê diyar kir di demekê de ku tîmên rizgarkirinê di nav kavilan de li nîşanên jiyanê digerin.

Peyvdarê Pentagonê general Pat Ryder ji kesûnasên qurbaniyên Tirkiyê û Sûriyê re sersaxî xwest.

Wî got ji bilî veguhestina hêzên yekem ji bingeha esmanî ya Încîrlîkê li Tirkîyê, Amerîka tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên bajarokan ji Amerîka bo Tirkîyê veguhestine.

Wî got, "Ew tîm di 8ê Şibatê de gihîştin û dê di demek nêzîk de dest bi alîkarîya hewlên lêgerînê bikin."

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG