Erdal Şahîn xortekî Colemêrgî ye 28 salî ye û xwendina xwe li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê li ser dîrok û sîyasetê temam dike.
Piştî zanîngehê derdiçe, li Partîya Heremên Demokratîk (DBP) dest bi sîyasetê dike.
Lê heta meytê wî yê şewitandî li sarincên derîyê sînor yê Xabûrê hatiye dîtin, haya malbata wî jê çênebûye ku ew li Cizîrê bûye.
Erdal tevî bi dehan xwendekarên zanîngehan piştî ku li Amedê beşdarê konferansa ciwanan dibe, jibo piştgirîya gelê Cizîrê diçe wî bajarî.
"Çend roj mêvanê min bû, roja ku çû got ewê piştî hefteyekê vegere. Heta roja xebera mirina wî hat, me nizanibû ku ew li Cizîrê ye," hevalê wî yê zaroktîyê û xizmê wî Bawer dibêje.
Ew bî bîr dixe ku heta wan meytê Erdal dît, wan yek bi yek 50 cenaze kontrol kirin.
"Heta ez sax bim ne ew dîmen ji ber çavê min diçe, ne jî bîhna laşê şewitandî ji difina min...," Bawer bi xegînî dibêje.
Li bajarê Cizîrê, di sala 2015-16an de, di dema şerê xendekan de tenê li sê jêrzemînên avahîyan pirtir ji 160 termên mirivan hatibûn derxistin.
Karbidestên dewletê di daxuyanîyên fermî de îdia dikin ku yên ku li wan bodroman hatin kuştin ne sivîl lê terorîst in.
Operasyonên xendekan ji alîyê fermandarê artêşa Tirkîye, Adem Hududî ve hatine birêvebirin, lê Hududî piştî hewila derbeya 15’ê Tîrmehê ji sûcê endamê FETO’yê ye hate girtin.