Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhat Encu: Malbatên Roboskê Nav Travmayeke Mezin Dijîn


Li ser Komkujîya Roboskê 9 sal derbaz bûn. Şeva 28’ê Mijdara 2011’an, li gundê Roboskê, herêma Şirnexê ser sînorê di navbera Tirkîyê û Îraqê de balafirên şer yên Tirk bombe barandin ser 34 hemwelatîyên Kurdên qaçaxçî.

Di destpêkê de daxuyanîyên fermî îdia kir ku ew kes alîgirên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, lê eşkere bû ku hemî gundîyên qaçaxçî ne û 19 ji wan zarok in û 28 kes ji malbata Encu ne.

Di nav 9 salan de tekoşîna heq û edaletê ya malbatan jî bê encam ma. Doza heft salan jiber kêmahîya belgeyan ji alîyê Dadgeha Mafê Mirovan hate red kirin, ti berpirs nehate eşkere kirin û rêyên hiqûqê li pêş malbatên Roboskê hate girtin.

Ferhat Encu, ku di êrîşa esmanî de birayê wî Serhatê 16 salî jî hatibû kuştin, di hilbijartina 2015an de bû parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê.

Ew jî bi hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re di 4’ê Mijdara 2016’an hate girtin û çar sal li zindanê ma.

Encu behsa hêst û hizrên malbatên Roboskê dike û dibêje ku di nava 8 salan malbatan ji doze paş de gav navêtin lê hemî derî yek bi yek li ser wan hatin girtin.

“Li Roboskê şîna malbatan hin didome, kêf û şahî çênabin û malbat hîn jî din bin travmayeke mezin de ne.”

Encu bal dikşîne ku malbat niha bi delilên nû dixwazin Doza Roboskê zindî bikin û ewê dozê bibin pêş Neteweyên Yekbûyî.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_12_28_2020_Roboskê_Salveger
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00

XS
SM
MD
LG