Operasyona leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokrat HSDê li rojhilatê Sûriyê berdewam e û berpirsên wan pêşbîniya têkbirina Daişê di demeke nêzîk de dikin, lê çavdêr dibêjin têkbirina leşkerî ya gurûpê nayê wateya tunekirina wê bi temamî.
Rêvebirê Navenda Sûrî ya Diyalogê Nasir Haj Mensûr, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vî şerê berdewam kir.
Wî got li pêş çekdarên Daişê li wê navçeya biçûk tenê du bijar mane, yan xwe radestî HSDê bikin yan jî bêne kuştin.
Haj Mensûr ku li bajarê Qamîşlo dimîne, got:
“Kesê ku bêje Daiş niha bi temamî têk çûye, ew xwe dixapîne. Ji dema Minbij û Reqayê ve, Daiş xwe guherand û bi awakî din rêxistina xwe bi rêve dibe.”
Mensûr bawere ku demeke dirêj pêwîste ta ev rêxistina terorîst li herêmê nemîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke