Gulistan Doku xwendekara Zanîngeha Munzurê, ji salek zêdetire li bajarê Dersîmê wunda ye.
Hin îdia hebûn ku Gulistanê xwe avêtiye Çemê Munzurê û dawî li jîyana xwe anîye, lê di lêgerinan de heta niha meytê wê nehate dîtin.
Malbata Gulistan, hevalê wê Zaynal Abarakov ji hindabûna wê sûcdar dikin û ji roja hinda bûye heta îro dixwazin Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan xwedî li doza wan derkeve.
Xwîşka Gulîstan, Aygul Doku li ser medya civakî ragihand ku şeva Duşemê bi rêya telefonê bi Erdogan re axivîne.
''Em bawer dikin jibo dîtina Gulîstan, ger serokomar ferman bide dê xwişka min were dîtin. Min di telefonê de jî vê hêvîya xwe anî ziman. Wî jî got êdî di warê hiqûqî de çi ji deste wan tê ewê bikin.''
Aygul di dewamîyê de got ewê bi hêvîya dîtina hestiyê xwişka xwe kêfxweş bibin.
‘’Gelo mirov bi hêvîya dîtina hestiyê xwişka xwe kêfxweş dibe? Erê, ger saleke zêdetir hun li wê bigerin û tiştek bidest nexin, hunê bi dîtina hestîyan jî kêfxweş bibin.''
Hêjayî gotinê ye berîya hefteyek zirbavê gumanbar Zaynal Abarakov, Ergin Y. ji polîsîyê hatibû derxistin.
Dozgerîya Dersîmê di derheqa Ergîn Y. de lêpirsînek vekirîbû ku wî belavkirina hin belge û agahîyên Gulistanê li ser medya civakî zîyanê daye lêpirsînê.
Parêzerê malbatê dabû zanîn ku Ergin Y. bi zanebûn agahîya şaş belav dikir û dixwest bawerîyek di nav civakê de çêke Gulîstan xwe kuştiye.
Malbata Gulîstan bawer dike Ergin Y. û Zaynal Abarakov dizanin çi bi serê Gulîstan hatiye.