Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diakurd jibo Pûçkirina Peymana Lozanê Serî li Dadgehê Dide


Konfederasyona Diyasporaya Kurd (DiaKurd) jibo betalkirina Peymana Lozanê, ku di 24’ê Tîrhmehê de dibe 100 salî, doz vedike.

Parêzer Hişyar Ozalp û Ridvan Dalmiş, jibo mafê çarenivîsa Kurdan serî li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê didin.

Her du parêzer li ser navê DiaKurdê demeke berê dest bi hewildanên hiqûqî kiribûn. Derbarê vê hewildanê Ozalp û Dalmiş li Amedê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew jibo betalkirina peymanê dest bi prosesa hiqûqî dikin.

'Peymana Lozanê Kurd razî nekirin, erde wan jî li nav welatan parpar kirin, mafê ti dewletê tune ku li ser qedera Kurdan biryaran bide, mafê wan radestê alîyên din bike, jibo dawîkirina van îhlal, pişaftinan divê Kurd bi azadî qedera xwe tayîn bikin. Lewma me li Dadgeha Bilind doz vekir,'' Dalmiş got.

Ozalp jî bal kişand ku Tirkîyê Peymana Mafê Medenî û Civakî ya Mafên Aborî ya Netewên Yekbûyî (NY) bixin nas kirine, lê îro wan bi cîh nayîne, heta li dijî wan derdikeve.

Wî bi berdewamî got ku li Afrîqa hîn dewlet hene ku rewşa wan ji ya Kurdan kêmtir e, lê wan jî karîye mafê dîyarkirina çarenivîsa xwe bi kar bînin.

Ozalp got ku ger ji hiqûqa navxweyî ya Tirkîyê bersîvek neyê, ewê serî li Komîteya Mafê Mirovan ya NY bixin.

''Divê her partî û serkeşên Kurdan piştevanîyê vê dozê bikin jiber ku ev dexwaza kolektîf ya mîletê Kurd e. Divê Kurd bêjin em qebûl nakin ku hinekên din nûnertîya vîna me bikin. Em dixwazin mafê çarenivîsa xwe em bi xwe dîyar bikin.’’

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêvebirên Diakurd berîya du mehan daxwaznameyek şandibû Serokomarîya Tirkîyê, lê ew daxwazname bê bersiv mabû û paşê jî wan serî li Dadgeha Bilind ya dabûn.

KHF_07_14_23_Lozan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG