Hikûmeta Tirkîyê bi biryara Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu û Wezîrê Xezîne yê Tirkîyê Nurettîn Nebatî dest danîn ser mal û milkên 770 kesan, bi sedema ku ew endamên hin rêxistinên terorîst in.
Biryar îro Înê di Rojnameya Fermî ya dewleta Tirkîyê de hat weşandin.
Navê Nurettîn Demîrtaş (PKK), Zekerîya Oz (FETO), Fehrîye Erdal (DHKP-C) di lîstê de ye.
Di nav lîstê de ji Tevgera Fethullah Gulen (FETO) 454; ji Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) 108 û ji Rêxistinên Çepgir, DHKP-C, MLKP 89 nav hene.
Endamên rêxistinên tundra yên îslamî jî di lîstê de cî digirin.
62 endamên DAIŞê, 33 endamên Hîzbullah, El Nusra, 10 ji El Qayde 7 kes hene, herwiha endamên du rêxitinên cuda jî di nav lîstê de ne.
Li lîsta ku her du wezîr îmza kiriye, Weqfa Niagara jî heye ku li Amerîka ye.