Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandana DEM Partîyê de Çi Peyam Derketin?


Alîgirên DEM Partî di Xwepêşandekê de li Amedê
Alîgirên DEM Partî di Xwepêşandekê de li Amedê

Mîtînga DEM Partî ya li Amedê, li ser biryara wîlayetê hate qedexekirin. Partî xwestibû li dijî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê bang bike û ji hikumetê bixwaze dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne.

Lê polîsan nehîşt ku dirûşm jî jibo Ocalan were bilindkirin û gelek caran hişyar kirin ev propagandaya terorê ye.

Piştî ku destûra meşa ber bi îstasyonê nedan, Hevserokê DEM Partî û DBP'ê li Ofîsê daxuyanî dan.

Daxyunî li qada îstasyonê nehate dayîn. Sîyasetvan û gel jî li taxa Ofîsê kom bûn û serokên DEM Partî û DBP’ê, herwiha evûqatê Abdullah Ocalan daxuyanîyek dan.

Tuncer Bakirhan li ser helwesta polîsan ya astengkirina mîtîngê got ''Aşitîya Tirkîye bi van dîmenan, bi qutkirina dengê serokê giştî yê Partîyekê pêk nayê.’’

Wî di axaftina xwe de destnîşan kir ku îmralî bi peyamên komara demokratik a pêkvejîyana gelê Tirk û Kurd diparêze, lê bi girtina derîyên îmralîyê, zîyanek mezin li demokrasîya welat dikeve.

''Birêz Ocalan hêvîya aşitiyê ya gelê Kurd e'' got Hevserokê DEM'ê.

Wî xwest êdî bi çavê ewlekerîyê li pirsgirêka Kurd nenêrin.

Di daxuyanîyê de evûqatê Abdullah Ocalan Rezan Sarica jî aixivî.

Sarica herî dawî di sala 2019’an de bi Ocalan re hevdîtinan kiribû.

Wî jî xwest derîyê îmraliyê jibo aşitiyek mayînde bê vekirin.

‘’Wê demê jî me dît ku birêz Ocalan jibo avakirina aşitîya civakî bi kelecan bû û dixwest jibo wê rol bigre. Digot di hefteyek de dikare îhtimala pevçûnan bidawî bike.''

Lê destnîşan kiribû ku divê dewlet û aqilê dewletê jî erka xwe bicî bîne.’’

Sarica destnîşan kir geşedanên ji wê salê heta roja me nîşan da ku tespît û hişyarîyên Ocalan rast derketin.

Piştî daxuyanîyê li hin cîyan jiber dirûşman polîsan 6 welat desteser kirin, sê rojnamevan û evûqat jî rastî tundîya polîs hatin.

Qedexkirin û Peyam di Xwepeşandana DEM Partiye de li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:44:48 0:00
XS
SM
MD
LG