Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahattîn Demirtaş bi Destûrek Taybet Anîn Amedê


Arşîv: Piştevanên Demirtaş Wêneyê wî li Stebolê bilind dikin
Arşîv: Piştevanên Demirtaş Wêneyê wî li Stebolê bilind dikin

Evûqatên Selahattîn Demirtaş ragihandin ku, bi destûrek taybet, bi firokê Selahattîn Demirtaş ji Edîrne anîne Amedê da ku serdana bavê xwe yê nexweş bike li nexweşxanê.

Li gorî daxuyanîya evûqatan, dê û bavê Selahattîn Demirtaş jiber nexwşiya dil ya ji nişkeva, rakirine Nexweşaxneya Lêkolîna Gazî Yaşargîl ya li Amedê.

Li gorî pêzanînan, Tahir Demîrtaşê bavê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş tengejeya dilî derbas kirîye û ew rakirine nexweşxanê. Herwiha dayika wî Saîdîye jî ji dilê xwe nexweş ketîye û ew jî di heman demê de birine nexweşxanê.

Hate destnîşankirin rewşa Tahir Demirtaş giran e û emeliyata dilî divê. Jibo ku Selahattîn Demirtaş bavê xwe bibine, bi frokeyek taybet ew anîne Amedê.

Evûqatên wî ragihandin ku Saîdîye û Tahir Demîrtaş, dê û bavê Selahattîn Demirtaş ji nişkeva ji dilê xwe nexweş ketine û herdûyan jî li beşê nexeşiyên giran hatine razandin.

Lê Saîdîye piştî dermankirinê ji nexweşxanê derketîye, û Tahir Demirtaş jiber ku tengejeya dil derbas kiriye, jibo emelîyata dil di bin çavderiya doktoran da ye.

Derbarê bûyerê parêzerên Demirtaş daxûyaniyek da û û daxûyanî weha ye

‘’Jibo ku xetera jîyanê heye, jibo muwekîlê me birêz Selahatîn Demirtaş li ser mafê wî yê yasayî destûrek taybet hate girtin. Şeva 12ê Mijdarê bi destûrek taybet ji Edîrenyê ew birin Dîyarbekirê, jibo demekî pir kurt serdana bavê xwe kir û paşê jî vegerandin girtîgehê.

Jibo kesên kedê da, jibo xebatkarên saxlemîyê em spasiya muwekîlê xwe û yên malbatê radigihînin.''

Parêzer behsa demê nekirin lê li gorî hin zanyarîyên li ser medya civakî, Selahattîn Demirtaş di 04:00ê sibê de, hatîye Amedê û nêzî 45 deqîqe li nexweşixanê digel bavê xwe maye.
HDPê jî peyama selametî û şifayê jibo dê û bavên Selahattîn Demirtaş belav kir.

XS
SM
MD
LG