Ofîsa Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni roja Çarşemê serbestberdana rojnamevan Cecilia Sala, ku di zindaneke Îranê de girtî bû, ragihand.
Ofîsa Serokwezîriyê diyar kir ku Sala di balafirekê de ye û vedigere Îtalya, piştî ku 3 hefteyan li Îranê girtî bû.
Di daxuyaniya ofîsa Melonî de hat gotin ku balafira ku rojnamevan tê de bû berî çend deqîqan ji firîngeha Tehran rabû, piştî xebateke dijwar bi rêya kanalên dîplomatîk û îstixbaratî serbest hat berdan.
Dema ku Sala li Îranê hat girtin di erkê çapemeniyê de bû, girtina wê bibû sedema qeyraneke dîplomatîk di navbera her du welatan de, ji ber ku Wezîrê Derve yê Îtalya, Antonio Tajani, roja Pêncşemê ragihand ku wî balyozê Îranê li Romayê di vê derbarê de gazî kiriye.
Tajani wê demê li ser platforma "X"ê nivîsîbû, "Min sekreterê giştî yê Wezareta Derve erkdar kir ku balyozê Îranê li Romayê vexwîne."