Wezîrê derve yê Îtalya Antonio Tajani roja Pêncşemê jibo şermezarkirina girtina rojnamevana Îtalî li Tehranê du hefte berê, gazî balyozê Îranê yê li Romayê kir.
"Hikûmet, wekî ji roja yekê ya girtina Cecilia Sala ve, bêwestan dixebite da ku wê bîne malê, û em daxwaz dikin ku rêz li hemî mafên wê were girtin," Tajani li ser X’ê şgot.
Cecilia Sala ya 29 salî, di 13’ê Berfenbarê de bi vîzaya rojnamevanî çû Îranê û di 19’ê Berfenbarê de bi tawana "binpêkirina qanûna Komara Îslamî ya Îranê hat girtin," li gor wezareta çandê ku çavdêrî û erêkirina rojnamevanên biyanî li Îranê dike.
Li gor medya Îtalî, Sala roja Çarşemê di têlefonê de ji malbata xwe re gotiye ku ew di îzolasyonê de tê ragirtin, di hucreyek bi tîrêjên domdar li erdê radizê.
Balyozê Roma yê li Tehranê, Paola Amadeî, serdana Sala kiriye, lê karbidestan pakêtek lênêrînê ya jibo rojnamevanê - di nav de maskek çavê ji bo alîkarlîya xew û hilberên paqijiyê, radest nekirine, medya Îtalî, got.
Tajani girtina rojnamevan Sala wek kiryarek "nayê qebûlkirin" wesif kir û ew kiryar şermezar kir û got ku hewlên jibo azadkirina wê ji zindana Evîn ya Tehranê tevlîhev in.
Sala borî, rojnamevan Sala herî dawî di 17’ê Berfanbarê de li ser X’ê lînka podkastek bi navê "Axaftina li ser Patrîkayetiyê li Tehranê" parve kir.
Wê berê ji Ukraynayê, li ser şerê wê ya bi Rûsyayê re, gelek nûçe çêkiribûn.