Holenda û Kenedayê du rojan berê dozeke yasayî dijî hikûmeta Sûriyê li Dadgeha Dadmendiyê ya Navnetewî (ICJ) vekir, ji ber îdiayên êşkenceyê.
Li gor daxuyaniya Dadgehê, Holenda û Keneda dibêjin ku "Sûriyê ji sala 2011an ve, bêhejmar binpêkirinên yaseya navnetewî kirine." Ew dixwazin ku pîvanên awarte werin danîn ji bo parastina kesên ku di bin metirsiya îşkenceyê de ne.
Ew hewil didin ku hikûmeta serok Beşar Esed berpirs hilgirin ji ber binpêkirinên mezin ên mafên mirovan û îşkenceyê li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî ya dijî Îşkenceyê, ku Dîmeşqê di 2004 de pejirandibû.
Parêzer Abdullah Îmam di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev doz şirove kir û ew wek pîvaneke yasayî ya ku pêwîstî bi demeke dirêj û erêkirina rêjîma Sûriyê heye, anî ziman.
Wî got, “Ev pîvaneke yasayî ye û gelek qonax jê re divên ta ku bigihe encamê, ji ber ku dadgehkirina li pêş vê dadgehê dewletekê neçar nake ku wê qebûl bike.”
Wezareta Derve ya Holandayê di daxuyaniyekê de got,"Helwesta hikûmeta Holendî ew e ku gelek belge nîşan didin ku Sûriyê binpêkirinên giran ên mafên mirovan li dijî welatiyên Sûriyê di asteke mezin de pêk anîne."
Keneda û Holenda biryar da ku di sala 2020an de tevbigerin piştî ku Rûsya gelek hewildanên Encûmena Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî asteng kirin ji bo şandina dosyayekê li ser binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê bo Dadgeha Tawanan a Navnetewî (ICC), ya ku kesan bi tawanên cengê dadgeh dike û navenda wê jî li Lahayê ye.
Îmam ku li Almanyayê dimîne got, “ciyawaziya di navbera dadgeha Dadwerî ya Navnetewî û Dadgeha Tawanan ya Navnetewî de ew e ku Ya yekem girêdayî Neteweyên Yekgirtî ye û hemî dewlet pê pabend in, di demekê de ku ya duyem, ew ji aliyê hin dewlatan ve hatiye avakirin û hin dewlet jî ne endam in tê de.”
Dozên li ber ICJ bi giştî bi salan dirêj dikin ta ku bigihin biryarekê, lê fermanên awarte dikarin di nav hefteyan de werin derxistin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîna bi Abdullah Îmam re fayla deng veke