Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê li Neteweyên Yekgirtî bang li Rûsyayê kir ku “dev ji riya şer berde”, û wî sînaryoya êrîşeke Rûsî nîşan da ku Washington dibêje ew nêzîk e.
Blinken li New Yorkê di civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de got:” Ez îro li vir im, ne ji bo destpêkirin, belê ji bo jinavbirina şerekî.”
Blinken anî ziman ku wî ji hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re pêşniyaz kiriye ku “hefteya bê li Ewrupayê kom bibin” ji bo vê mijarê.
Wî her wiha got:
“Bê guman, ev axaftinên min yên îro dê ji aliyê hikûmeta Rûsî ve bêhtir rastî redkirinê bên.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Blinken got:
“Hikûmeta Rûsya dikare îro ragihîne ku ewê êrîşî Ukraynayê neke. Ew dikare bi awayekî aşkereê li pêş hemî cîhanê bêje. Û dikare wê biçespîne bi riya vegerandina serbaz û tank û balfirên xwe bo bingehên wan û bi riya şandina dîplomatên xwe bo maseyên goftûgoyan. Di rojên bê de, dê cîhan vê pêgirî ya jî redkirinê bi bîr bîne.”
Wî nîşan bi wê yekê da ku “agahiyên me bi aşkereyî diyar dikin” hêzên Rûsî li ser sînorên Ukraynayê ne, “di nav de jî hêzên bejayî û balafir û xwe amade dikine ji bo êrîşkirina Ukraynayê di rojên bê de.”
Wî sînaryoya ku agahdariyên Amerîkî pêşbîniya wê dikin nîşan da.
Ew sînaryo avêtina "mûşek û bumbeyan" bo Ukraynayê, li gel "êrîşên eliktronî” li dijî “dezgehên çalak yên Ukranî” û piştre operasyoneke bejayî bi "tank û serbazan li dijî armanên sereke, di nav de jî paytexta Ukraynayê", vedihewîne.
Jêder: AFP