Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Her Tişt Nîşan Dide Ku Rûsya Amade Ye Êrîşî Ukraynayê Bike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê got metirsiyeke mezin ya êrîşa Rûsya bo Ukraynayê heye û ew êrîş dibe ku di nava çend rojan de bibe.

Di axaftina xwe ya li Koşka Spî de, Biden got Amerîka ti nîşanên vekişîna hêzan ji ser sînorê Ukraynayê ku Rûsya iddîa dike nedîtine.

Wî ji peyamnêran re got: "Her tiştê li cem me nîşan dide ku ew amade ne derbasî Ukraynayê bin, êrîşî Ukraynayê bikin."

Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekgirtî jî îro Pêncşemê huşdarî da ku Rûsya hîn jî ber bi “êrîşkirineke nêzîk” ya Ukraynayê diçe.

Axaftinên Biden û nûnera Amerîka Linda Thomas-Greenfield tên berî kombûneke civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî ku çaverêye kombûneke germ be li dor vê qeyrana berdewam.

Linda Thomas-Greenfield got wê daxwaz ji wezîrê derve Antony Blinken kiriye ku li kombûna civata ewlekariyê amade be da ku “pêgiriya me ya rijd bi dîplomasiyê nîşan bide.”

Wê di twîteke xwe de got:

“Armanca me ew e ku em metirsiya rewşê nîşan bidin. Belge li ser erdê diyar dikin ku Rûsya ber bi”êrîşkirineke nêzîk” diçe. Ev demeke biryarbir e.”

Rûsya bi berdewamî planên dagîrkirina Ukraynayê red dike.

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro Pêncşemê ragihand ku ew dikare bi awayekî leşkerî bersivê bide eger Washington daxwazên Moskow yên ewlekarî bi cih neyîne, û got ew dixwaze hemû hêzên Amerîkî ji Rojhilat û Naverasta Ewrupayê derkevin.

"Ligel nebûna vîyanê li cem alîyê Amerîkî jibo gotûbêjkirina garantîyên xurt û di warê qanûnî de pêgir derbarê ewlekarîya me ji Amerîka û hevalbendên wê, dê Rûsya neçar bimîne ku bersivê bide, di nav de jî gavên lekşkerî-teknîkî," daxuyanîyê got.

Amerîka dibêje Moskow berdewam e di berhevkirina hêzan û amadekariyên şer de li ser sînorê Ukraynayê, her çendî Kremlin dibêje ew hêzan vedikşîne.

Hevalbendên NATO jî Rûsya bi belavkirina agahiyên şaş tawanbar kir, piştî ku Rûsya qala vegerandina hin hêzan bo bingehên wan kiribû. Vê nûçeya Rûsya ya vê hefteyê rewş bo demeke kurt aram kir û hêviyên aştiyên geş kirin.

Tê texmînkirin ku Rûsya nêzîkî 150,000 serbaz li derdora sînorên Ukraynayê belav kirine.

Li Aliyekî din, Wezareta derve ya Amerîkayê got ku Rûsya daxwaz ji cîgirê serokê erka balyozxaneya Amerîka li Moskowê Bart Gorman kiriye ku ji Rûsya derkeve û ew wek gaveke “bê bihane û gurker” anî ziman.

Rûsya ti agahî li dor dûrxistina Gorman dabîn nekirin.

Girjî her wiha li herêmên ku hêzên Ukraynî û cudaxwazên alîgirê Rûsya ji hev cuda dikin jî bilind bûne ku her aliyek aliyê din bi topbaranê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG