Cîgira Serokê HDP’ê Meral Daniş Beştaş, civîna asayî ya heftane li Amedê li dar xist û ser mijarên curbicir peyîvî.
Beştaş di axaftinê de giranî da ser pêşketinên li bajarên Kurdan û biryara vekirina molan rexne kir.
"AKP berjewendîya dewlemendan difikire jiber ku ew bixwe partîya mirovên xwedîyê molan e. Hikûmet jibo ekonomîya têkçuyî, biryara vekirina molan da û saxkemîya gel û xebatkarên molan xist bin xeterîyê."
Parlamantera HDP’ê dîyar kir ku li bajarên Kurdan 100 hezar dikan di dema karantinayê de gritî bû û dikandar di rewşek xirab da ne.
“Di nav du mehan de li bajarên Kurdan 1,5 milyon kes bêkar man ku hejmara bêkaran li Tirkîyê 4 mîlyon û 300 hezar in.”
Beştaş di preskonrensê de behsa helwesta polîsan li ser zarokên Kurdan jî kir û got ku di demên dawî de leşker li gelek bajaran gorên şervanên PKK’ê dirûxînin.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.