Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayşe Acar: Betalkirina Parlamenterîya Semra Guzel Got Komplo Ye


Civata Giştî ya Parlamena Tirkiye, bi hiceta ku parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel dewamê rûniştinên parlamenê nabe, roja pêşemê bi 330 dengan, parlamenterîya wê betal kir.

Guzel ji 3ê îlonê vir de girtî ye.

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, digel parlamenteran biryarê protesto kirin û runiştinê terk kirin.

Bi betalkirina parlamenteriya Guzel, hejmara kursîyên HDP daket 56an.

Ruştu Tîryakî Parastina Guzel Kir

Piştî ku çend fotografên Semra Guzel bi şervanek PKKê re li ser Ajansa Anadolu belav bû, bi tawana ku ''Endama rêxistina terore ye'' fezleke hate amadekirin û di 1ê Adarê de parêzbenidîya Semra Guzel hate rakirin.

Bi vê biryarê rêya dadkirinê li Semra Guzel hate vekirin.

Di 2ê îlonê de Guzel li bajarê Edirneyê hate girtin û di 3ê îlonê de hate girtin.

Wezîrê Karê Navxwe îdia kir ku Semra Guzel hewil dida ku ji Tirkiye bireve.

Di Civata Giştî de parlamenterê Batmanê evuqat Ruştu Tirkyakî parastina Semra Guzel kir.

Wî da zanîn ew fotografê ku kirin hiceta sûcdarkirinê, di sala 2014an da dema pêvajoya çareseriyê de hatîye girtin.

''Lê ew fotograf di sala 2017an de ketîye destê hêzên ewlekarîyê piştî ku Volkan Bora, li devera Semsurê di pevçûnek de tê kuştin û flaş drivera ku li ser wî bûye de ew fotofraf hebûne.''

''Lê piştî şeş salan bi zanebûn ew fotoğraf hatine servîskirin bi armanca ku Guzel bikin hedef'' Tîryakî got.

Ayşe Acar Başaran '' Dema mijar HDP be dadgeh weke dar li ser serê me tê hêjandin''

Berdevka Meclîsa Jinan ya HDPê Ayşe Acar Başaran jibo Dengê Amerika biryara betalkirina parlamenterîya Semra Guzel şîrove kir.

Wê got ''Ev komplo ye. îro hiqûq tuneye, bi van biryaran hiqûq, destura bingehîn hemî hatin binpêkirin. Li ser hemî hiqûqan biryarek tene heye ew jî ya Qesrê ye. Dadgeh jî li gorî biryara wî hewil didin.''

Wê got ji parlamenterên HDPê pêştir ji bêdewamiyê, parlamenteriya partiyên din nayê betalkirin.

''Ev biryar tene jibo parlamenterên me heye. Dema bere jî Faysal Sariyildiz, Tuba Hezer, Leyla Zana bi heman hicetê parlamenterîya wan hate betalkirin.’’

Başar behsa fotografê ku ji Guzel re kirin hiceta sucdarkirinê kir.

''Wezirê kare navxwe hevala me kir hedef. Gelek wêneyê Soylu bi gelek mirovên qirêt û sucdar, mafya re derketin lê ew nayê darizandin. Bes dema Kurd bin, HDP bin, jin bin, dadgehan weke dar li ser serê me tê hêjandin.''

Başaran daxuyakirin li parlamenê herî zede di heqê parlamenrê HDPê de fezleke amade dibin.

''Parlamenterên HDPê bêdeng jî rûnên dibe fezleke lê nikarin fezlekeyan bi sucek girebidin.''

Parlamenterîya Guzel bi dengên AKP, MHP, IYI Partî hat xistin

Hêjayî gotinê ye 372 parlamenter beşdarê runiştina betalkirina parlamenterîya Guzel bûn.

330 dengên AKP, MHP IYI Partî parlamenterîya Semra Guzel hate xistin.

Kêm parlamenterên CHPê beşdar bûn û ew li dijî xistina parlamenteriya Guzel derketin.

Li hember 330 dengê erê, 42 dengê nexêr hebûn.

Li gorî rêziknameya parlamenê û Destûra Bingehîn parlamenterek di nav mehek de beşdarê 5 rûniştinan nebe, Dîwana Serokatîya Meclîsê dikare biryara ‘bêdewamiyê’ bide. Jibo Guzel jî heman biryar hate girtin.

XS
SM
MD
LG