Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Peqîna Amedê Kiryareke Terorîstî Ye


Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylû li ser peqîna Amedê ya ku roja Sêşemê pêk hatibû, daxuyanîyek nû belav kir û got ew êrîşeke terorîstî ye.

“Peqîn di encama êrîşeke terorî pêk hatiye. Piştî vêkolîneke berfireh derket ortê ku ji bodrumeke avahîyeke nêzî navenda polîsan tunelek hatiye kolan û li wir peqemenî hatiye bicî kirin.”

Soylu derbarê peqînê de gotibû ku dema wesayîtek zirxî hatiye temîr kirin, peqîn çêbûye, lê ji ber ku wesayit peqîbû û li cîhê wê çalek çêbûbû, wan hizir kir ku wesayiî peqîye.

Di encama peqînê de heta niha polîsek û du karkerên li kargehê jîyana xwe ji dest dan, ji 30î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Soylu bi berdewamî da zanîn ku jibo tedbîrê mehê carek avahîyên li dora Gerînendeya Ewlekarîyê tên kontrol kirin ku bizanin xeterîyek heye yan na.

Walîtîya Amedê bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn li tebeqa bodrumê ya apartmanekê ku li rex avahîya gerînende ye, tuneleke ku 30 metre dirêj e û metreyek fireh û bilind e hatiye kolan û tonek peqemenî li tunelê hatiye cîh kirin.

Wîlayet da zanîn derbarê peqînê de 5 kes hatine binçav kirin. Herwiha di çarçova operaysoneke berfireh ya li dijî terorê de, ji do vir ve 172 kes li Amedê hatine binçav kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye di 4’ê Mijdara 2016’an de dîsa li ser heman bingeha polîsan êrîşeke bombeyî pêk hatibû ku di encama wê de 2 polîs 9 kes jîyana xwe ji dest dan, ji 100î zêdetir kes birîndar bûn. Hem rêxistina TAK’ ê, hem jî DAIŞ’ê ew êrîş girtibû serxwe.

KHF_4_12_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG