Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê bi Dehan Kes jiber Beşdarbûna Newrozê Hatin Desteserr Kirin


Amed Newroz
Amed Newroz

Piştî operasyona Doza Kobanê, roja înê li Amedê operasyonek nû pêk hat.

Dozgerîya Amedê li ser Newroza Amedê lêpirsînek da destpêkirin û di heqê 105 kesan de biryara desteserkirinê da. Di vê operasyonê de 66 kes li Amedê roja înê danê sibê ji male xwe hatin desteserkirin

Di nav kesên ku di operasyona Newrozê de hatin desteserkirin, 2 rojnamevan jî hene.

Yek jê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û yê din jî rojnamevan Alî Koçer e.

Ajansa Demiorenê da zanîn Dozgerî 639 saet dîmenên 101 kamerayan tomar kirine û ji van dîmenan tespîta 105 kesan kirine. Bi 66 kesên li Amedê hejmara giştî yak u hatin desteserkirin 75 in.

‘’ Ji dîmenên kamerayan li qada Newrozê kî ku kincên heremî lixwe kirine, an rengên kesk û sor û zer li ser xwe girêdane an diruşman avêtine, hatine tespîtkirin û desteserkirin.’’

XS
SM
MD
LG