Roja înê êvarê li taxa Seyrantepe ya Amedê, Remzîye Yoldaş ya 29 salî bi destê hevjînê wê bi tifengê hate kuştin.
Kujer Veysî Yoldaş demek berê ji girtîgehê revîyaye. Xwestîye hevjîna wî Remzîye vegere malê lê jina ciwan li dij derketîye.
Mamê Remzîye, Veysi Tura, da zanîn Veysî Yoldaş berîya heft salan ji dizî û karê tiryakê hatîye girtin. Piştî bûyerê Remziye keça xwe hildigre û diçe ba mala bavê xwe. Lê Veysi Yoldaş beriya çend rojan revîyaye û ji Remziye xwesite vegere malê ''Remziye pê re xeyidîye, gotiye jixwe cezayek te yê hindik maye, here teslîm bibe, cezayê xwe temam bike û were ezê jî vegerim lê mêrik zorî lê kirîye'' weke mamê Rezmîye dibêje.
''Rojek berê li dikana bavê wê, li ber bav û birayê wê êrîşê Remziye kiriye ew derb kiriye lê birayên wê jî li wî xistine. Veysi Yoldaş li wan gefan xwarîye.''
Piştî wê bûyerê malbata Remziye li qereqolê gilîyê Veysî Yoldaş dikin lê rojek li ser derbas nabe Veysi Yoldaş kemine datîne ser rêya hevjîna xwe û li ber çavê herkesî ew bi tifengê Remizye dikuje.
Li gorî Platforma ‘’Emê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin’’ tevî Remziye Yoldaş, ji meha yeke heta îro li Tirkiye 285 jin hatine kuştin.