Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Nexweşek jiber Nexweşîya Covid-19 Mir


Bajarê Amedê
Bajarê Amedê

Vîrusa Korona û nexweşîya ji vîrusê Covid-19 li bajarê Kurdan jî belav dibe.

Li Amedê nexweşekî mêr yê 49 salî, îro Înê jiber nexweşîya Covid 19 jîyana xwe ji dest da.

Mehmet Beşîr Oncel, midurê bankayekê bû û hat hînkirin nexweşîyên wî yên kronîk yên wek nexweşîya behntengî û tansîyona bilind hebûn.

Li gorî zanyarîyan, Oncel berî mehekê jiber hin şaneyên koronayê çûye nexweşxanê û piştî ku rewşa wî giran bûye ew li wir razandîne.

Dr. Halîs Yerlîkaya ku li Nexweşxaneya Onkolojî ya Amedê dixebite, da zanîn ku di testa herî dawî de hate dîtin ku Oncel bi nexweşîya Covid-19 ketiye.

Yerlîkaya li hember vîrusa koronayê rewşa Amedê dinirxîne û dibêj ku hem li ser gel hem jî di nav xebatkarên tendîrustîyê de tirs heye.

“Gelek amûr, maske N95, kincên parastinê yên xebatkarên saxlamîyê pir kêm in û ew di şertên dijwar de dixebitin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

XS
SM
MD
LG