Kedkarên saxlemîyê di nava şeş mehan de nêzî deh caran jibo başkirina şert û mercê wan çalakiîên cûrbicûr li dar dixin. Ew dibêjin ku li Tirkîyê sîstema tendirîstiyê têk çûye û hemî bar li pişta wan e û pandemî û krîza ekonomik jî barê wan girantir kiriye.
Kedkarên saxlemîyê îro li seranserê Tirkîyê jibo hişyarîyê rojekê dest ji kar berda û bang li hikûmetê kir ku şertên jîn û karkirinê baştir bike.