Serokê Partîya Tevgera Neteweper (MHP) yê Amedê, Cîhan Kayaalp ragihand ku 2 û 10 donim erdê li hember Çemê Dîcleyê, li ser Çîyayê Kirklar, li ser navê serokê MHPê Devlet Bahçelî dikin daristana bîrewerî.
Kayaalp dîyar kir ku ewê 10 hezar darên fêkîyan deynin û her darek jî navê hêzên ewlehîyê yên ku di pevçûnên PKKê de jîyanên xwe ji dest dane, deynin.
Li gorî bawerîya Kayaalp ew gaveke mirovî ye û ti peywendîya wê ya bi sîyasetê tuneye û Devlet Bahçelî jî nîrxekî Tirkîyê ye.
“Yên ku PKK û Kurdan dikin yek pirsgirêk derdixin, li Dîyarbekirê welatîyên sade bertek nişan nadin. Heta niha Bahçelî tene li dijî PKKê daxuyani dide û dibêje yê ku Kurdan bi PKK re dikin yek, xelet in. Em weke MHP ne li dijî Kurdan in. Çend kes dibe ku li dijî derkevin û ew ji dixwazin Dîyarbekir li hev bixin,” Kayaalp got.
Gelo li ser navê Selahattîn Demîrtaş ti kes dikare li bajarê Devlet Bahçelî daristanek birewîrîyê çeke? Serokê MHPê yê Amedê, Kayaalp wiha bersîv da:
''Kesên ku li hember qanûnên Tirkîyê ne bi ceza bin, li ser navê wan li her deverê dikarin tiştên baş çekin.''
Rêxistinên sivîl yên li Amedê li hember çêkirina daristana Devlet Bahçelî roja Sêşemê li ser Pira Dehderî, li hember qada daristanê daxuyanîyek dan û li dijî îhtîmala navê derketin.
''Devlet Bahçelî dijmintîya Kurdan dike û danîna navê wî li Amedê jibo gelê Kurd bêrêzî û heqaretek mezin e,” daxuyanîyê got.