Îro Înê dane sibê li Amedê, li ser rêya polîsan bombe peqîya û 9 kes birîndar bûn.
Walîyê Amedê Alî Îhsan Su bi daxuyanîyekê got ku di saet 05:00ê sibê de, nêzî Bazara Ajalan ya taxa Çarixlî, dema ku servîsa polîsan derbaz dibû wesayîteke bombebarkirî ji dûrve hat peqandin.
“Di êrîşê de tevî 8 polîsan, sivîlek jî birîndar e. 6 polîs hatin derman kirin û dermankirina 2 polîsên din jî didome, lê birînên wan ne giran in,’’ Su got.
Li gorî daxuyanîya Su heta neha 5 kes hatine desteser kirin.
‘’Êrîşkar, otomobîleke kirêkirî li ser rêya ku servîsa polîsan derbaz dibû park kiriye. Bi taksîyekê ji cîyê peqînê revîne. Me ew û şoferê ku ew ji wir birîye, li Licê desteser kir.’’
Su da zanîn ku veolîna cureya peqînê û pewyendîyên êrîşkaran bi rêxistina terore re tê didome.
Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu jî li ser medya civakî derbarê êrîşê de peyamek belav kir.