Li Amedê polîsan danê sibê avêt ser malan û 19 rojnamevan desteser kirin ku hemî jî xebatkarên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê ne.
Çarşemê dane sibê li Amedê polîsan avêt ser mala rojnamevanên Kurd. Di serdegirtina malan de Gerînendeya JINNEWSê Safîya Alagaş, Hevserokê Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê Serdar Altan, edîtorê Ajanasa Mezopotamyayê Azîz Oruc jî di nav de 19 rojnamevan hatin desteser kirin.
Rojnamevanên din ku navê wan dîyar e ev in: Gulşen Koçuk, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Zeynel Bulut, Esmer Tunç, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak.
Parêzer Resul Teymur got rojnamvanên binçavkirî ji dozgerîyê re hatine şandin û îfadeyên wan hatin girtin.
Teymur da zanîn ku dozgerî hin belgeyên biryara desteserkirinê nedaye wan, lê wî got ku hemî rojnamevanên ku bernameyan ji televîzyonên Kurdî yên li Ewrupa weşanê dikin, amade dikin hatine desteser kirin.
Hêjayî bîrxisitinê ye ku hefteya borî hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê Dîcle Muftuoglu jî hatibû desteser kirin, bi sedema ku wê pere ji rojnamevan Nedim Turfent û Zîya Çalişkan re şandiye.
Turfent û Çalişkan bi tawanbarîya endamtîya rêxistina terorê li bajarê Wanê girtî ne.
Muftuoglu piştî desteserkirina 4 rojan roja Sêşemê hatibû berdan. Hevserokê Komelê Serdar Altan ku ew jî di nav rojnamevanên desteserkirî de ye, derbarê rewşa Muftuoglu de ji Dengê Amerîka re peyîvîbû.