Di 20’ê Hezîranê de li gundên bajarokê Çinarê agir bi debra gundîyan ket û ji nişke ve li qadeke fireh belav bûbû û di encama şewata mezin de 15 gundî di nav agir de canên xwe dabûn.
Sedema derketina şewatê hîn nehatîye eşkere kirin lê raporta duyan ya pisporên şewatê ku ji alîyê dozgerîya Çinarê ve hate amade kirin, hatiye îdiakirin ''Ne pêkane ku bê tespit kirin ku agir ji ceryanê (elektrîk) çêbûye.''
Baroya Amedê li dijî rapora dawîn derdikeve û dibêje ''Di raporê de nirxandinên alîgir hene û rapor ne li gorî pîvanên zanistî ye.’’
Tesbîta rapora pêşîn çawa bû?
Tîma pisporên şewatê, li ser daxwaza dozgerîyê di 21’ê Hezîranê de rapora pêşîn amade kirin, gihîştin wê encamê ku ''Agir ji têlên qetandî yên ceryanê derketîye.'' Di wê raporê de Sazîya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) jî weke gumanbar hate dîyar kirin.
Lê, dozgerî di 14ê Tebaxê de tîmeke cuda ava kir û di nav wan de çend pisporan ku di amadekirina rapora pêşîn de jî cî girtibûn, hene. Encama wê raporê ji ya pêşîn cuda ye. Pispor di rapora duyan de dibêjin ''Ne pêkane ku bê tespit kirin agir ji ceryanê pêketîye.''
Baroya Amedê li ser navê malbatan prosesa hiqûqî didomîne û li dijî rapora derdikeve.
Piştî malwêranîyê kameraya Dengê Amerîka serdana gundên şewitî kir û çend gundîyên bûne şahidê pêketina agir îdia kirin ku 'Agir ji têlên ceryanê avêtîye pûş û ji wir belav bûye.''
Baroya Amedê: Pisporên vê raporê amade kirine, sûcdaran bê sûc derdixin
Endamên baroyê serî li dozgerîya Çinarê xistin û dijî pisporên ku rapor amade kirine, gilî vekirin.
Baro dibêje ''Di raporê de nîrxandinên alîgir hene û rapor ne li gorî pîvanên zanistî ye.’’
Baro di heman demê de tîma pispor gilîyê Seroktîya Komîteya Pisporên Herêmî ya li Amedê jî kir û got jibo ku 'ne bê alî ne', xwestin pisporîya wan bê betal kirin.
Yek ji Endamê Rêvebirîya Baroya Amedê, Mehdî Ozdemîr ji Dengê Amerîka re got ''Pisporên vê raporê amade kirine, sûcdaran wek bê sûc nîşan dane."
DEDAŞ û Erdogan got 'Agir ji şewitandina pirêzan derketîye.'
Hêjayî gotinê ye ku di 21’ê Hezîranê de Platforma Parastina Bajarê Amedê bi pisporan re serdana gund kirin û raporeke çavdêrîyê amade kiribû. Odeya Muhendîsên Elektrîkê jî derbarê dîrek û trafo têlên elektrîkê de, raporek amade kir. Di wir de hate gotin ku ''Agir ji ceryanê pêketîye û kêmahî û xemsarîya sazîya elektrikê pir e.’’ Muhendîsan rapora xwe pêşkêşî dozgerîyê kiribûn.
Dozgerî jî di rapora pêşîn de sedema destpêka agir wiha pênase kir:
''Çirûskên agirê ceyranê bi pûş û debrê ket û bi tesîra bayê gur li hemî zevîyan belav bû.’’
Daîreya Agirvemirandinê ya Bajarvanîya Amedê jî di heman çarçovê de raporek amade kir û ew jî sazîya elektrîkê sûcdar dikin.
Lê ji roja pêşîn heta îro sazîya eleketrîkê DEDAŞ li dijî îdiayan derdikeve û dibêje ''Agir ji şewitandina pirêzan destpê kir.''
Hêjayî bîrxisitinê ye ku Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan jî dema sersaxîya gundîyan de got ''Agir ji şewitandina pirêzan derketîye.''
Rêxistinên sivîl bi raporên cuda sazîya elektrîkê sûcdar dikin
Ozdemîr deîyar kir ku şeva agir bi zevîyan ket, gundî telefonê cenderme û tîmên agirvemirandinê kirine û di wan telefonan de gotine ''Agir ji ceyranê pêketîye.''
''Piştî agir hate vemirandin hê dozgerî li devera şewatê dest bi lêkolînê nekir, tîmên sazîya elektrîkê (DEDAŞ) çûne gund û mudaxaleya dîrek û têlên elektrîkê kirine.’’
Mehdî Ozdemîr ''Rapora dawîn de hewil dane sazîya elektrîkê bê sûc derxin.''
Rêvebirê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr dîyar kir, tîma pispor du caran çûye gundên şewitî û çend endamên tîma ku ji dozgerîyê re rapora pêşîn amade kirin, di rapora duyemîn de jî cî girtine.''
''Pêşî bi şahidan re axivîn û raporek li ser şahidîya wan nivîsandin. Lê di 14’ê Tebaxê de, di rapora dawîn de me dît ku hewil dane sazîya elektrîkê bê sûc derxin.''
Wî got di rapora duyan de nakokî hene, herwisa hewil dane ku şewitandina pirêzan weke sedema destpêka agir bidin nişandan.
''Îdia kirine li cîyê ku agir destpêkirîye hêla elektrîkê nîne, herwiha gotine agir ji pirêzên dora gundê Koksalan destpê kirîye lê em dizanin li wir tu lêkolînek nekirine.''
Li gorî zanyarîyên Mehdî Ozdemîr, kameraya mala muxtarê gundê Koksalan (Tobinî) berîya agir destpê bike, dimenan tomar kirîye û di wan dîmenan de qet dîmenên şewitandina pirêzan xuya nekirîye.
''Rapora dawîn dibêje jiber li dor gund pirêz şewitandine, agir ji wir belav bûye, lê di dîmenên kamerayê ku derveyê gund jî dibîne, tu şewata pirêzan xuya nake.''
''Berîya agir pêkeve elektirîka gund du caran qut bûye''
Ozdemîr da zanîn, berîya agir pêkeve elektirîka gund du caran qut bûye.
''Cara duyê ku ceyran diçe, agir bi têlên eleketrîkê dikeve, çirûsk davêje nav pûş û debran. Jiber ku ceyran diçe, kameraya mala muxtar jî dîmenên kêlîyên destpêka agir nabîne lê gelek gundî şahidê vê dîmenê ne ku dibêjin agir ji ceyranê pêketîye.''
Hevdem, Baroya Amedê ji dozgerîyê daxwaz kir ku ji pisporên cuda tîmeke nû amade bike bi mercê ku di nav de zanistên ji zanînegahan jî hebin.
''Taybet me xwest ji Navenda Lêkolîna Agir ya Zanîngeha Teknîk a Stembolê jî pispor hebin, da ku bi çavek bê alî û bi pîvanên zanistî raporekê amade bikin,'' Ozdemîr got.
Hêjayî gotinê ye ku prosa lêpirsînê hin didome û doz hê jî venebûye lê Baroya Amedê dixwaze berpirs û rêvebirên sazîya elektrîkê weke gumanbar werin dadkirin û zîyana gundîyan a madî û manewî were dayîn.