Du sal bi ser erdhêja 6’ê Sebatê re derbasbûn lê li 11 bajaran bandora wê hê jî dewam dike.
Di erdhêjê de li Amedê 6 apartman hilweşîyan û 414 kes mirin, nêzî hezar kes birîndar bûn.
Li gorî lêkolînek Sazîya îstatîstîkê ya Tirkiye (TUİK) di sala 2021 hatîye amadekirin, radigihîne ku li Amedê digel navçeyan 394 hezar û 867 avahî hene. 104 hezar û 960 avahî di nav salên 1981-2000’î de ava bûne. Hejmara avahîyên ku di nav salên 2000 – 2021’ê de çêbûne jî 229 hezar û 532 avahî ne.
Li gorî zanyarîyên Wîlayeta Amedê, di erdhêjê de, xisara giran li 5494 apartmanan de çêbû, di 2645 apartman jî di dereca navîn de zarar gihiştîyê.
Di nav du salan de jî zarara giran 4716 hezar, ji zarara navîn jî 929 apartman hatine xerakirin.
Li gorî zanyarîyên Wîlayeta bajêr, piştî erdhêjê li navenda bajêr û navçeyan 1134 konteyner danîne.
Wezareta Hawirdor û Bajarvanîyê ragihand ku li Amedê 13 hezar û 190 xanîyên nû lêdibin.
Li gorî Zanyarîyên Wîlayeta Amedê ku bi Dengê Amerîka re parvekir, heta neha 7565 xanî hatine teslîm kirin û lêkirina 9252 xanîyan jî didome.
Gelo ev hejmar têrî qurabniyên Erdehjê li Amedê dike?
Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn di hevpeyvîneka taybet ya Dengê Amerîka de da zanîn ku niha li Amed û navçeyan wê ji 42 hezarî zêdetir malbat bê mal in.
Hatûn got, ‘’Mixabin xanîyên ku lêdibin, têr nake û em dixwazin ku dewlet wê erkê bide şaredarîyan ku em jî bikaribin avahîyên baş û qayîm lêkin û bajarê xwe li gorî erdhêjê jinûve saz bikin.’’
Li Amedê 6 apartman xerabûn û hejmareke zêde, ku 414 kes mirin. Gelo encam çima ewqas giran bû?
Hevşaredar Hatûn destnîşan kir ku piranîya malbatên Kurd, kulfet in.
‘’TUİK jî dide xuyakirin ku rêjeya serjimara malbatan li Tirkîye 2,2 ye lê me (malbatên Kurdan) 5,2 ye. Di malbatan de hejmara mirovan zêde ye û di apartmanan de pir zêde mal hene. Yanî di apartmanek de kêm, zêde 20 xanî hene. Her şeş apartmanên ku xerabûn , ji 20’î zêdetir mal tê de hebûn. Jiber wê 414 kes mirin, nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Lê encama erdhêjê de di dora 42 hezarî de malbat bê mal man.’’
Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun, berîya bibe hevşardar, berdevkê Platforma Parastina Bajarê Amedê bû ku ev ji 123 rêxistinên sivîl pêk tê.
Piştî erdhêjê, di nav saetek de maseya krîzê ava kirin û hemî xebatên rizgarkirinê bi pêşengîya vê platformê destpêkir.
Dogan Hatun, destnîşan kir ku piştî ku bû şaredar êdî ew jî jibo gel berpirs in.
‘’Em tedbîrên xwe digrin. Li şaredarîyê jibo kadirên ku destûra îmarê didin me tene peyvek gotîye, li cîyê di bin xetera karesatên weke erdhêjê, lehî an aşûtê de bin em nahêlin ku avahî çêbin.’’
Dogan Hatun destnîşan kir ku bi rêya parlamenteran dixwazin bi Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê re peywendî deynin da ku li hember karesatan şaredarî û wezaret bi hevkarî bixebitin.
‘’Jiber ku wezaret qasî şaredarîyan bajaran nas nakin. Di warê teknîk û mevzûatê de dibe ku ji me çêtir bin, lê li Amedê çi heye pêdivî bi çî ye, ew qasî me nizanin. Jiber wê jî hewcedarî heye ku wezaret wan erkê xwe hinek şaredarîyan re jî parvebike. Daxwaza me ne di warê aborîyê de ye. Tenê di dema karesatan de divê erka me zêdetir bikin, jiber ku ew hêza me, ew aqil û feraseta me heye, di erdhêjê de me ew izbat kir.''
Hevşaredarê Amedê bibîr xist ku weke sazîyên sivîl yên Amedê ku derfeta wan jî ne zêde bû lê alîkarîya gelek bajarên erdhêjê kirine.
Hatûn got, ‘’Ew hêz di me de heye. Lê di warê fermîyetê de dewlet mevzûatên xwe bi ser me de bîne, em nikarin di tu cîyî de herin. Jibo çêkirin an sererastikirina tiştekî jî divê fermîyetê de cîyê wê hebe. Bê fermîyet jî nabe’’.
Hevşaredarê Amedê destnîşan kir ku li ser vê mijarê pilan dikin him bi Wîlayet him jî bi Wezaretê re civînan bikin.
Li dawiyê wî got, ‘’Erdhêj rastîyekî ye û hewce ye em jî bajarê xwe li gorî wê rastîyê saz bikin.’’